Ji beriya civîna rewşa awarte ya li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) bê lidarxistin, nûnerê NY’yê Fransa Françoîs Deloître, diyar kir ku armanca welatê wan ew e ku ‘trajediya’ li Îdlîbê ye û qet behsa Efrînê nekir.
Deloître diyar kir ku civînekî bi sûd bû û anî ziman ku ji bo rayedarên NY’yê rewşa mirovî ya Sûriyeyê anîne ziman. Deloîter anî ziman ku ji meha Mijarê ve ti alîkarî ji bo Rojhilatê Gûtayê neçû ye û bal kişan ser rewşa li wir. Deloître anî ziman ku ji ber dorpêç û operasyonên rejîmê yên li ser Îdlîb û Rojhilatê Gûtayê bi fikar in, daxwaza bomberdûmana rejîmê kir.
Deloître anî ziman ku di mijara Efrînê de rêz Tirkiyeyê re digire û diyar kir ku divê Tirkiye bi pîvan tevger bike. Deloître têkildarî rewşa mirovî ya li Efrîn û giştî Sûriyeyê ku helwestekî ya giştî ya welatan wê hebe yan ne ti tişt negot, mijar vegerand ser polîtîkayên rejîma Esed.
Deloître anî ziman ku Efrîn parçeyeke ji gotûbêjan e û diyar kir ku tenê mijarên li ser sînor nîqaş kirine.
Nûnerê Fransa destnîşan kir ku Efrîn parçeyek ji pirsgirêka li Sûriyeyê ye û dîsa weke her pirsê li şûna Efrînê qala Rojhilatê Gûtayê kir. Deloître diyar kir ku daxwaz kirine ku Tirkiye operasyonên xwe bi sînor bike û pirsa têkildarî qetilkirina sivîlan jî bê bersiv hişt.