Li Swîsreyê Platforma Berxwedanê ya Efrîn-Rojava hate avakirin

Li Swîsreyê bi tevlêbûna partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl Platforma Berxwedanê ya Efrîn-Rojava hate avakirin.

Li ser banga Navendên Civakî yên Kurd ên Demokratîk ên Swîsreyê û Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê sazî hatin ba hev û Platforma Berxwedanê ya Efrîn-Rojava ava kirin.

Platformê ji bo avakirina xwe got ku, “Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê nayê qebûlkirin û her kesên ku dibêjim ez mirov im, divê Şoreşa Rojava biparêze. Bi avakirina vê platformê em ji raya giştî re diyar dikin ku em ê şev û roj berxwedana Efrînê ragihînin cîhanê û bênavber çalakiyan li dar bixin.”

Di platformê de NCDK-S, TJE-S, Ciwanên Azad, HDK-S, FEDA, ATÎK, IDHF, ITIF, Partîzan û kesên serbixwe hene.

Platformê îro çalakiya xwe ya yekemîn li dar xist û plansaziya çalakiyan kir.

Di 23’ê mehê de saet di 18’an de li Zurîchê wê li pêşiya Helvetîaplatzê, di 24’ê mehê de saet di 13’an de li Cenevreyê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ew ê çalakî were lidarxistin.