Sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, hatin veşartin

14 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin, li Efrînê bi merasîmekê hatin veşartin.

14 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin, li Efrînê bi merasîmekê hatin veşartin.

Li gundên ku roja destpêkê û ya duyemîn bûn hedefa bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, 14 sivîl û 2 şervanên YPG'ê şehîd bûbûn.

Li Efrînê, bi hezaran kes danê sibehê li ber nexweşxaneya Avrînê li hev civiyan. Piştî cenaze ji nexweşxaneyê rakirin, bi dirûşmên "Tolhildan", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" dest bi meşê kirin.

Piştî ku girseya gel gihîşt qada merasîmê, Hevserokê Kantona Efrînê Mûstafa Hesen û bi navê Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm axivîn.

Mûstafa Hesen nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk hewl dide sivîlên kuştiye weke şervanên YPG'ê nîşan bide û got, "Bila Erdogan were li van zarokên kuştiye binere. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê axa xwe neterikînin."

Endama Rêveberiya Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm jî ji Erdogan û Rûsyayê re got, "Dek û dolabên we wê nikaribin me ji vê dozê vegerînin" û wiha dewam kir: "Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin. Em lenetê li Rûsyayê tînin. Ji ber ku zarokên me DAÎŞ qedandin, gelo hûn ji ber vê dijminê me ne?"

Piştî merasîmê cenaze li Şehîdgehên Efrîn û Şehbayê hatin veşartin.