ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
Nasnameya 3 şervanên YPG'ê li bejahiya Dêra Zorê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn hate eşkerekirin. -
QSD'ê nasnameya 11 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
Nasnameya 11 şervanên QSD'ê yên li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn hate eşkerekirin. -
TEV-DEM'ê li dijî binçavkirina Muslim banga çalakiyan li gel kir
TEV-DEM'ê ragihand ku binçavkirina endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim li Pragê, nîşaneya wê yekê ye ku dewleta Tirk bi binpêkirina hemû pîvan û qanûnên navneteweyî dixwaze şerê li dijî Kurdan mezintir bike. -
Esnafên Sûrê: Pereyên gel di şer de xerc dikin
Esnafên Bazara Şewitî ya Sûrê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan û diyar kirin ku piştî êrîşa li ser Kantona Efrînê êdî li bazarê jî kar nemaye û gotin: "AKP’ê hemû pereyên gel ji wan standine û ji bo şer qerc dikin." -
Dîmenê çalakiya YPG/YPJ'ê ya li Ezazê hate weşandin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser malpera xwe ya înternetê dîmenê çalakiya li gundekî Ezazê ya li dijî hêzên dagirker pêk anî bûn weşand. -
Pêkhateyên Minbicê qala jiyana pir reng a bajêr dikin
Şêniyên Minbic a rengîn li ber gefên Erdogan rabûn: ""Erdogan dibêje 'em dixwazin Minbice rizgar bikin û xwediyê wê lêvegerînin!' Em xwediyê vî bajarî ne û bi silametî lê dijîn." -
YPG: Em ê li gorî agirbesta Neteweyên Yekbûyî tevbigerin
Fermandariya Giştî ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ji aliyê xwe ve biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin û destnîşan kir ku li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê, wê mafê xwe yê parastina rewa pêk bînin. -
Berdevkê YPG'ê: Erdogan endezyarekî terorê ye ku tengav bûye
Berdevkê YPG'ê Mehmûd diyar kir ku Erdogan endezyarekî terorê ye ku li pêşberî berxwedana gelan tengav bûye û got, "Hewl dide hemû çavkaniyên jiyanê biçikîne. Vê yekê jî bi firotina Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê dike." -
YPG’ê li Ezaz û Cindirêsê li artêşa Tirk xist
Şervanên YPG’ê li herêma Ezaz û Efrînê li dijî komên çete çalakî lidar xistin, gelek çete hatine kuştin. -
Li Şêrayê derbên giran li artêşa Tirk hate xistin: 35 kuştî
Li gundên navçeya Şêra ya Efrînê şerê giran diqewimin. Di şer de herî kêm 35 çete hatine kuştin. -
Li Şiyê wesayîteke din hate rûxandin
Li navçeya Şiye ya Efrînê wesayîteke din a artêşa Tirk û çeteyên wê hate rûxandin. -
Di bombebarana zarokek hate qetilkirin de, 7 sivîl birîndar bûn
Dewleta Tirk li Efrînê carek din sivîl kirin hedef. Di bombebaranê de zarokek din jî jiyana xwe ji dest da, 7 sivîl birîndar bûn. -
Li Şera êrîşên hewayî, li Cindirêsê bomberdûman
Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî gundên navçeya Şera ya Efrînê kirin, dîsa gundên navçeya Cindirêsê jî topbaran dikin. -
QSD`ê bîlançoya berxwedana roja 36 eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Berxwedana Serdemê ya roja 36’an a Efrînê ragihand. -
Welatiyên Serêkaniyê û Tirbêspiyê ji bo Efrînê meşiyan
Êrîşên dagirker û qetilkirinê yên dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê ya li ser Efrînê li Serêkaniyê û Tirbêspiyê hatin proetestokirin. -
Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriye li Efrînê meşiyan
Bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhatiyeyên Sûriye û Bakurê Sûriye ku ji bo piştgirîkirina Berxwedana Serdemê ketibûn ser rê, li Efrînê meş û mîtîngeke heybet lidar xistin. -
QSD’ê nasnameya 11 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 11 şervanên xwe yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Artêşa Tirk hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê bombebaran kir
Hate ragihandin ku di êrîşa hewayî de ya ku artêşa Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê li dijî hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê de pêk anî, mirî û birîndar hene. -
Li derdora gundê Omera şer giran e
Li derdora gundê Omera yê navçeya Şerayê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran heye. -
Artêşa Tirk gundî dil girt û mayîn li dora wan bi cih kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê destê 4 gundiyan ji paş ve girêdan û mayîn li dora wan danî. -
Artêşa Tirk zarokê 5 salî qetil kir
Li navçeya Mabetayê ya Efrînê zarokê 5 salî yê bi navê Îbrahîm Reşîd Reşîd di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin. -
Li Efrînê meşa li dijî dagirkeriyê dest pê kir
Meşa li dijî êrîşên dagirkeriyê ya li ser gelê Efrînê dest pê kir. -
Gelê Minbicê dewleta Tirk protesto kir
Gelê Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Efrînê û bombekirina karwanê sivîlan bi meşekê protesto kir. -
Balefirên artêşa Tirk Cindirês û Şerayê bombebaran dikin
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda herêma Cindirêsê û gundê Erebwêran yê navçeya Şerayê dibarîne û li aliyê din jîngehên sivîlan dike hedef. -
Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê: Em berxwedana gelê Efrînê slav dikin
Fermandara YPJ’ê: Li vir helwesteke vînê heye ku ev ji mehekê zêdetir e didome. Ji eniyê ta bi kuçeyê, ji leşkerî ta bi gel ev wiha ye. Ez gele Efrînê ji ber berxwedaniya wê ya mezin a ya li dijî vî şerê dûrî exlaq slav dikim.