YPG'ê nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
Nasnameya 3 şervanên YPG'ê li bejahiya Dêra Zorê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn hate eşkerekirin.
Nasnameya 3 şervanên YPG'ê li bejahiya Dêra Zorê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn hate eşkerekirin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, şervanên QSD, YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de roj bi roj li bejahiya Dêra Zorê bi pêş ve diçin.
Navendê ragihand, 22-23'ê Sibatê di operasyonên dijî çeteyên DAÎŞ'ê de 3 şervanên wan ên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de şehîdên leheng bi rêzdarî hatin bîranîn û ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz sersaxî hate xwestin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Devrim Cudî
Nav û Paşnav: Silêman Xelef
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Yusif
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 23 Sibat 2018
Nasnav: Dilêş Zagros
Nav û Paşnav: Kawa Elî
Navê Dayikê: Terfa
Navê Bav: Ebdilkerîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 22 Sibat 2018
Nasnav: Hemud Tirbesipiyê
Nav û Paşnav: Hemud Xelef
Navê Dayikê: Sara
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbesipiyê
Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 22 Sibat 2018.