Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriye li Efrînê meşiyan

Bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhatiyeyên Sûriye û Bakurê Sûriye ku ji bo piştgirîkirina Berxwedana Serdemê ketibûn ser rê, li Efrînê meş û mîtîngeke heybet lidar xistin.

Bi hezaran gelên ji herêma Cizîrê, Firatê, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê ku ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê berê xwe dane Efrînê, îro tevî gelê Efrînê daketin qadan û berxwedana şervanên YPG, YPJ û QSD`ê li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê silav kirin.

Meş ji Çerxereya Newroz a navenda bajarê Efrînê destpê kir. Gelan pankêrtên bi nivîsa “Ji qetilkirina zarokan re na” û “Ji bêdengiya civaka navneteweyî re na” vekirin û ligel rakirina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û QSD’ê dîsa sembolên Bakurê Sûriye hildan.

Di meşê de bê navber dirûşmên Berxwedana Serdemê silav dike û êrîşên dewleta Tirk a mêtinger û çeteyên wê şermezar dikin hatin qîrkirin.

Meş li ber nexweşxaneya Dersim veguhrî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde , Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq Maşî, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM`ê ya Kantona Kobanê Eyîşe Efendî, bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Xaliya Kiçwan, bi navê Meclîsa Şengalê Hec Mîrza, bi navê Rêvberiya Xweser a Cizîrê Kenan Berekat, bi navê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Mihemed El-Finan, bi navê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Ehmed Hesen Salih û bi navê Pêkhateya Sûryan Ebdullehd Goriye axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, berxwedana gelê Efrînê, şervanên YPJ, YPG û QSD`ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê hate silavkirin. Her wiha hate gotin ku Efrîn wê bi îradeya gelan biser bikeve û bi êrîşan nikarin vîna gelan bişkînin.

Axaftvanan bang li rêxistinên navneteweyî û mirovahiyê hate kirin ku li dijî êrîşên artêşa Tirk ku sivîlan qetil dike bêdeng nemînin.

Dîsa Hevserokê Meclîsa Damezêrner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye Mensûr El Selûmjî axivî û anî ziman ku Erdogan ê ku piştgiriya gelê Bakurê Sûriye ya ji bo Berxwedana Serdemê dît û şûnde bi hovane êrîşên xwe dijwar kir.

El Semûm wiha got: “Ya ku Bakurê Sûriye ava kir, jiyana demokratîk, yekîtiya gelan kire garantî. Erdogan bi êrîşan ne tenê welatiyên sivîl di heman demê de yekîtiya gelan a hatî avakirin dike hedef.

Mîtîng bi dûrişmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û biratiya gelan bi dawî bû.