Welatiyên Serêkaniyê û Tirbêspiyê ji bo Efrînê meşiyan
Êrîşên dagirker û qetilkirinê yên dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê ya li ser Efrînê li Serêkaniyê û Tirbêspiyê hatin proetestokirin.
Êrîşên dagirker û qetilkirinê yên dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê ya li ser Efrînê li Serêkaniyê û Tirbêspiyê hatin proetestokirin.
Bi sedan welatiyên Serê Kaniyê bi dirûşma “Efrîn wê ji faşîzma Erdogan û çeteyên wê re bibe goristan” meşiyan
Meşa ku ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî destpê kir, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hatin hildan.
Meş bi dirûşman heta Qada Şehîdan dom kir. Li Qadê mîtîngek hate lidarxistin, di axaftinên hatin kirin de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate şermezarkirin. Rêveberê TEV-DEM’ê Luqman Îso axivî û bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên hovane mirovan qetil dike û got: “Ev êrîş bi ti awayî vîna me naşkîne.
Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.
Li Tirbêspiyê jî bi sedan ke li bajarokê Til Marûf êrîşên dagirkeriyê protestokirin. Di çalakiya heta navenda bajarok dom kir de, nerazîbûn nîşahî NATO’yê hate dayîn. Çalakvanan destnîşan kir ku li Efrînê qetlîam bi çekên NATO’yê tên kirin.
Li qadê di axaftinên li ser navê pêkhateya Ereb Muhened Hebîb kir de, diyar kir ku ji ber Erdogan li hember berxwedanê nikare pêş ve were sivîlan dike hedef û qetil dike.
Rêvebera Meclîsa Tirbespiyê Xalîde Eyûb jî destnîşan kir ku hemû êrîşên li ser gelên Bakurê Sûriyeyê bi yekîtiya gelan hate valaderxistin.
Herî dawî jî Rêveberiya Kongreya Star Dilavîn Hisên bang li hemû jinan kir ku li dijî êrîşan cihê xwe di eniyên berxwedanê de bigirin.