Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), li ser binçavkirina endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim li paytexta Çekya Pragê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
TEV-DEM'ê bal kişand ser têkçûna êrîşkariya dewleta Tirk a li pêşberî berxwedana Efrînê û diyar kir ku Tirkiye di dijberiya gelan de serî li rêbazên nû yên li dijî îradeya gelan dide û hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike.
'NE MAFÊ TIRKIYEYÊ YE KU DAXWAZA GIRTINA HEMWELATIYÊ WELATIYEKÎ DIN BIKE'
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê bi bîr xist ku dewleta Tirk herî dawî daxwaza girtina Hevserokê berê yê PYD'ê û endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim da û wiha dewam kir: "Şevê din li paytexta Çekya Pragê birêz Muslim bi awayekî derqanûnî hate girtin, girêdayî vê yekê ne ji mafê Tirkiyeyê ye kesekî ku ne hemwelatiyê dewleta Tirkiyeyê ye bigire. Birêz Salih Muslim hemwelatiyekî Sûriyeyê ye û di xizmeta giştî pêkhateyên herêmê de têkoşîn û berxwedaneke mezin daye meşandin. Di dema êrîşa dijî Kobanê de û riswakirina alîgirên terorê de li Ewropa bi rola xwe ya dîplomasî rabû. Ji ber vê yekê girtina wî ya niha derqanûnî ye û bûyera girtina wî alîkariya dijberiya van xebatên wî dike."
'BINÇAVKIRINA BIRÊZ MUSLIM NE KAREKÎ EXLAQÎ YE Û LI DIJÎ PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ YE'
Di daxuyaniyê de binçavkirina endamê xwe yê komîteya dîplomasiyê şermezar kir û ragihand ku ev yek derqanûnî ye.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em piştrast dikin ku bûyera li dewleta Çekya rû daye karekî derexlaqî ye û berevajî nirx û pîvanên navneteweyî ne. Ev bûyer asta destwerdana endamên îstixbarata Tirkiyeyê MÎT li qada Ewropayê nîşan dide û diyar dike ku Tirkiye rêzdariyê li hemberî serweriya ti dewletan nagire. Her wiha ev bûyer destdirêjiyeke eşkere li qanûnên dewleta Çekya ye û di encamê de dewleta Çekya li hemberî girtina wî berpirsyar e.
'EM BANG LI GELÊ XWE YÊ LI DERVEYÎ WELAT DIKIN KU LI DIJÎ VÊ BÛYERÊ DAKEVIN QADAN'
Girtina birêz Salih Muslim heman demê derketina biryara agirbesta li Sûriyeyê ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî ve, piştrast dike ku Tirkiye hewl dide şerê xwe li dijî gelê me dewam bike û ti pîvan û biryarên navneteweyî nas nake. Em bang li rêxistinên sivîl, hiqûqî, kesayet, dewlet û rêxistinên Netewên Yekbûyî dikin ku helwesta xwe li hemberî vê bûyerê zelal bikin. Nemaze ev rêbazekî nû yê Tirkiyeyê li dijî gelê me ye. Em li ser navê Tevgera xwe bang li hemû gelê xwe li welat û derveyî welat dikin ku bi erka xwe rabin û bê navber xwepêşandanên şermezarkirina vê bûyerê lidar bixin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em piştrast dikin ku em van kiryaran qebûl nakin û em ê bi tevgera xwe ya siyasî û dîplomasî ji bo serbestberdana Salih Muslim bixebitin û em derfetê nadin dewleta Tirk ku siyasetên xwe li dijî gelê me berfireh bike. Em bang li hemû cîhanê dikin ku bi rola xwe rabin û rê li pêşiya van siyasetên Tirkiyeyê yên derqanûnî û derexlaqî bigirin."