Li derdora gundê Omera şer giran e
Li derdora gundê Omera yê navçeya Şerayê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran heye.
Li derdora gundê Omera yê navçeya Şerayê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran heye.
Êrîşên dagirkeriyê yên bi ser Efrînê di roja 36’an de didomin. Li gorî agahiyên berdest li derdora gundê Omera yê navçeya Şera ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk û çeteyên wê de şer giran e.Di şer de kuştî û birîndarên hêzên dagirker hene.
Gundê Ereb Weran yê navçeya Şera jî ji aliyê artêşa Tirk ve hate bombekirin. Êrîşên li dijî gund didomin.
Li aliyê din li gundê Hecîlera û derdora wê jî di şerekî dijwar diqewime. Herêm ji aliyê hêzên dagirker ve tê bombebaran kirin.
Gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê jî bi helîkopteran jî hate xistin.