Di bombebarana zarokek hate qetilkirin de, 7 sivîl birîndar bûn
Dewleta Tirk li Efrînê carek din sivîl kirin hedef. Di bombebaranê de zarokek din jî jiyana xwe ji dest da, 7 sivîl birîndar bûn.
Dewleta Tirk li Efrînê carek din sivîl kirin hedef. Di bombebaranê de zarokek din jî jiyana xwe ji dest da, 7 sivîl birîndar bûn.
Dewleta Tirk bê navber sivîlan bombebaran dike. Hat ragihandin ku di bombebarana artêşa Tirk û çeteyên wê de, zarokê 4 salî yê bi navê Îbrahîm Reşo jiyana xwe ji destdaye.
Di êrîşê de 7 kes jî birîndar bûn. Navên wan: Birayê Îbrahîm Reşo, Reşîd Reşo (5) û Mihemed Seydo, Fayîq Cefer, Dorşta Mihemed, Reşîd Mihemed Reşo (70), Reşîd Mihemed Hisên (15) û Mihemed Nurdîn Şaban (17).
Ji 20’ê Çile û vir ve dewleta Tirk sivîl û cih û warê wan bombebaran dike. Di demeke bi awayekî sîstematîk li dijî mirovatiyê sûc tê kirin de herî kêm 177 sivîl hatine qetilkirin. Ji vane 28 zarok û 21 jî jin in. Di êrîşan de nêzî 500 kes jî birîndar bûn.
Nûçeya têkildar...