Artêşa Tirk gundî dil girt û mayîn li dora wan bi cih kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê destê 4 gundiyan ji paş ve girêdan û mayîn li dora wan danî.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 36 roj in êrîşî Efrînê dikin. Her roj dîmen û wêneyekî din ê hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdikeve.

Di rojên berê de dîmenek derketibû ku çeteyên artêşa Tirk traktora gundiyekî gasp dike û gundî li wê derê qetil dike. Wêneyekî nû gihişt destê me. Di vî wêneyî de tê dîtin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Museka gundiyên kal û pîr dîl girtiye û destê gundiyan ji paş ve girêdaye.

Di wêneyan de tê dîtin 2 jê jin, 4 gundiyên kal û pîr li cihekî wekî dikana bakkaliye destê wan ji paş ve hatiye girêdan û teqemenî li dora wan hatiye bicihkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qetilkirina sîvîlan dixwaze têxe destê şervanên YPG/YPJ’ê.