Artêşa Tirk zarokê 5 salî qetil kir
Li navçeya Mabetayê ya Efrînê zarokê 5 salî yê bi navê Îbrahîm Reşîd Reşîd di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin.
Li navçeya Mabetayê ya Efrînê zarokê 5 salî yê bi navê Îbrahîm Reşîd Reşîd di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin.
Artêşa Tirk a dagirker di bomberdûmana li ser Efrînê de cî û warên sîvîlan dike hedef. Di êrîşên 36 rojan de, nêzî 200 sîvîlan hate qetilkirin.
Artêşa Tirk a dagirker bi şîara Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ê ku digot, “Jin be jî zarok be jî, ew ê tişta pêwist were kirin” herî dawîn li gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ya Efrînê Îbrahîm Reşîd Reşîdê 5 salî qetil kir.