QSD`ê bîlançoya berxwedana roja 36 eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Berxwedana Serdemê ya roja 36’an a Efrînê ragihand.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya roja 36’an a berxwedana Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di şer de gelek leşker hatine kuştin, şer û bomberdûman li gelek eniyan bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ji eniyên şer ev agahî parve kir:

“ŞERA

Li derdora gundê Erebwêran şerên giran rû dan. Her wiha ji saet 08:00’ê sibê heta niha topbaran li derdora gund dewam dike.

Paştre jî şer li derdora gundê Omera qewimîn. Di encamê de, gelek leşker û çete hatin kuştin. Şerê li derdora gund hê jî dewam dike.

CINDIRÊSÊ

Şeva din di saet 22:00`an de balafirên şer ên artêşa Tirk malên sivîlan ên li gundê Kefersefra bombebaran kir. Paşê, balafiran navenda herêma Cindirêsê bombebaran kir.

Di saet 08:00`an de, artêşa Tirk a dagirker gundê Heclera topbaran kir. Di heman demê de, li derdora gund şerên giran rû dan û heta niha dewam dike.

RACO

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker piştî saetên nîvro hemû gundên Raco ku şer lê rû didin bombebaran kir. Di heman demê de, balafiran navenda Raco jî bombebaran kir.

MABATA

Li gundê Dumliya şerên giran ji saet 08:00 sibê heta niha bi hemû dijwar xwe dewam dike. Her wiha li gund bi çekên giran tê topbarankirin.