Pêkhateyên Minbicê qala jiyana pir reng a bajêr dikin

Şêniyên Minbic a rengîn li ber gefên Erdogan rabûn: ""Erdogan dibêje 'em dixwazin Minbice rizgar bikin û xwediyê wê lêvegerînin!' Em xwediyê vî bajarî ne û bi silametî lê dijîn."

Her bajarekî li Bakurê Sûriyeyê bi pêkhateyên xwe rengîn e. Lê bajarê Minbice ji her bajarî cuda ye. Ev sê roj in em li vî bajarî difitilin û jê têrnebûne. Yên vê raporê bixwînin dibe ku ji xwe bipirsin bê çima ev bajar cuda ye? Li gorî ku me dît, çar rengên sereke lê dijîn; Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkes. Lê cuda bûn ne ev tenê ye, ji ber ku di nava pêkhatiyan bi xwe de rengînî heye. Her êlek an jî malbatek mezin ne wek ê din in û kesên ji gund hatî ne wekî yên bajêr in. Lewma jî mirov dikare bibêje bajarê ji pir rengan pêk tê.

Ev rengînî di saziyên bajêr de jî berçav in. Em çûn saziya têkiliyên derve. Ew rengîniya bajêr di saziyê de jî heye.

Îmad Mûsa ji pêkhatiyê Tirkmen e di rêveberiya saziyê de cihê xwe digre. Ew bi xwe bi sê zimanan dizane, lê min jê xwest ku kîjan zimanî rehetiya xwe distîne bi me re biaxive. Wî jî zimanê Tirkmenî hilbijart. Îmad Mûsa bal kişand ser aramiya bajêr û jiyana hevbeş di Minbicê de, lê got, ez ji axaftinên Erdogan ên li ser Minbice ecêb dibînim. Wiha Îmad axaftina xwe dewam kir: "Erdogan dibêje 'em dixwazin Minbice rizgar bikin û xwediyê wê lêvegerînin!' Em xwediyê vî bajarî ne û bi silametî lê dijîn."

Mûsa li ser rewşa herêmê û êrîşên li ser Efrînê jî wiha got: "Hikumeta Erdogan ji vê demokrasiyê û jiyana pir rengî tengav bûye. Lewma êrîşî sivîl û herêmê dike."

Wek me di pêşiyê de jî got, di saziyê de her pêkhate hene. Mihemed Hiso jî ji pêkhatiyê Kurd e. Li ser gefên Erdogan ên li ser Efrînê got: "Erdogan dixwaze nakokiyan di nava pêkhatiyan de çêbike, lê pêre bi serî nabe û em xelkê Minbice, bi yek helwestê me Erdogan vala derxistiye."

Piştî rizgarkirina Minbicê, li gorî çavdêriya me rewşa jinê jî pir hatiye guhartin. Di sazî û rêveberiya bajêr de jî jin cihê xwe digirin. Heyfa Emorî jinek ji pêkhatiyê Ereb e, ew jî di rêveberiyê de cihê xwe digre. Heyfa got tiştê me di sê salan di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de dît bila kesek nebîne û wiha pê de çû: "Dema bajarê me ji aliyê hêza demokratîk ve hate rizgarkirin ez dikarim bibêjim jin jî hatin rizgarkirin. Lewma ez paşerojeke hin xweştir di demên pêş de dibînim."

Li tevahî Bakurê Sûriyayê aramiyek û jiyanek pir reng heye. Li gorî agahî û çavkaniyan ku hikûmeta Erdogan pir tengav bûye û nikare ev pir rengî û demokrasiya di sînorê xwe de qebûl bike, dixwaze wek wî yek reng yek ziman û yek al ev xelk bijî. Lewma jî niha çeteyên li gorî xwe li derdora artêşa xwe kom kirine û êrîşî Efrînê dike û rojan e jî gefan li ser bajarê Minbice dixwe.