Li Efrînê meşa li dijî dagirkeriyê dest pê kir

Meşa  li dijî êrîşên dagirkeriyê ya li ser gelê Efrînê dest pê kir.

Êrîşên dagirkeriyê yên bi ser Efrînê di roja 36’an de didome. Li Efrînê meşa protestoyê tê lidarxistin. Meşa bi hezaran kes û nûnerên Bakurê Sûriyeyê ku çûbûn bajêr dest pê kir.

Meş li Qada Kawa dest pê kir û wê heya li ber Nexweşxaneya Dersimê dewam bike. Wê li vir axaftin werin kirin.

Bi hezaran kesên ku beşdarî meşê bûyîn, êrîşên hov ên dewleta Tirk protesto dikin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên YPG, YPJ û QSD’ê re tê qîrkirin.