ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Va ye dîmenê hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, li gundekî yê Efrînê gundiyê ku dest danî ser tiraktora wî bi awayekî hovane da ber guleyan. -
Di êrîşa artêşa Tirk de 3 sivîl şehîd bûn
Di bombebarana artêşa Tirk a gundê Cebel Ehlam a li ser sivîlên ji herêma Cizîr û Firatê ji bo piştgirîkirina Efrînê hatibûn de 3 sivîl şehîd bûne. -
YPG: Artêşa Tirk sivîl kirin hedef û lêdan
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Efrîn ragihand ku artêşa Tirk a dagirker sivîlên ji Cizîr û Firatê ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê ber xwe dan Efrînê kirin hedef û lêdan. Di encama êrîşê de şehîd û birînda hene. -
Balafirên şer bomban li gundên Efrînê dibarîne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li ser gundê Cebel Ehlam ê koçber lê dijîn, dîsa Basûtê ya Efrîn û gundê Mêryemînê ya girêdayî navçeya Şerayê dibarîne. -
NÛ BÛ I- Artêşa Tirk a dagirker êrîş bire ser konvoya sivîlan
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî girseya ji Cizîr, Kobanê û Reqayê ya ji bo piştgirî bidin Efrînê ketibûn ser rê kirin . -
NÛ BÛ- Li Heskê Teqîn: 2 kes birîndar bûn
Li Çerxerêya Şerîa ya li taxa Neşwa ya Hesekê di saetên şevê de teqînek pêk hat. -
Navçeyên Efrînê bi top û balafiran tê bomebarankirin
Artêşa Tirk a dagirker bi çeteyê xwe ve, navçeyên Meydankê, Bilbilê, û Şera ên Efrînê bi top û balafiran bombebaran dike. -
Ji YPG’ê têkildarî Helebê daxuyanî
Fermandarê YPG’ê yê Helebê Firat Xelîl, têkildarî bûyerên li herêmê daxuyaniyek da. -
QSD’ê encamê şerê li Efrînê û 20 rojên Bagera Cizîrê eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama giştî ya hemû şerê Efrînê û encama pêngava Bagera Cizîrê ya 20 rojan weşand. QSD’ê diyar kir ku li Efrînê 1.219 leşker û çete hatine kuştin û 177 şervanên wan şehîd bûne. -
NÛ BÛ-Li Cindirêsê sivîlek şehîd, 3 sivîl jî birîndar bûn
Di encama bombebaran artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser navçeya Cindirêsê de sivîlek şehîd bû û 3 sivîl jî birîndar bû. -
NÛ BÛ- YPG'ê dîmenê çalakiya li Racoyê weşand
YPG'ê dîmenê çalakiyekê weşand ku îro li herêma Racoyê li dijî hêzên dagirker hate lidarxistin. -
Nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne eşekere kir. -
YPG/YPJ'ê 2 şervanên birîndar ji nava hêzên dagirker rizgar kirin
Fermandariya YPJ'ê ya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan şervanên xwe Avrûn Mahsûm û Şoreş Amûdê yên di şerê dijî dagirkeriya Tirk de birîndar bûn û ji ber ku demekê agahî jê negirtibûn weke şehîd ragihandibû, bi birîndarî rizgar kirine. -
Hêzên YPG/YPJ'ê li Racoyê li dagirkeran xistin
Şervanên YPG û YPJ'ê li Racoyê li hêzên dagirker xistin. Bomberdûmana li ser Cindirêsê û meydankê dewam dike. -
QSD'ê nasnameya 14 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), nasnameya 14 şervanên ku di Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûn eşkere kir. -
Sivîlên ku li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê kete roja 34'an. Heta niha 176 sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin ku 27 jê zarok in, 21 jî jin in. 484 sivîl jî birîndar bûne, 60 jê zarok, 71 jî jin in. -
Hêzên Sûriyeyê li navçeyan bi cih dibin
Hêzên ser bi artêşa Sûriyeyê li ser sînorê Efrînê di bich dibin. Komeke sêyemîn jî ji hêzên Sûriyeyê hatin Efrînê. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Mabeta barand
Artêşa Tirk a dagirker bombe li du gundên navçeya Mabeta barand. Balafirên şer ên Tirk hê jî li ser herêmê digerin. -
Gelê Cizîrê berê xwe da Efrînê
Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 34'an de ye. Gelê herêma Cizîrê ku ji bo destekê bide berxwedana Efrînê duh bi rê ket, şev li Kobanê ma. Bi hezaran kes danê sibehê ber bi Efrînê ve bi rê ketin. -
'Piştgiriya ji bo Erdogan piştgiriya ji bo DAÎŞ'ê ye'
Siyasetmedarê Kurd Hemo: Bila cîhan bi vê zanibe; Efrîn Kurd e, lê belê ji bo mirovahiyê şer dike. Piştgiriya ji bo Erdogan piştgiriya ji bo DAÎŞ'ê ye. Rabûna li ber Erdogan wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye. -
Çeperên bi 300 metreyan dûrî DAÎŞ'ê
Pêngava Bagera Cizîrê di meha şeşan de ye. Li bajarokê Hecînê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime ku her du hêz tenê bi 300 metreyî dûrî ji hev in. -
Li Dêra Zorê 20 rojan 1776 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku bajarokê El Behra yê Dêra Zorê hatiye rizgarikrin û 20 rojên dawî 1776 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin. -
Dîmenê wesayîta ku li gundê Ereb Wêranê hate îmhakirin
YPG’ê dîmenê wesayîta artêşa Tirk a dagirker weşand a ku li gundê Ereb Wêranê yê navçeya Şerayê ya Efrînê hatiye îmhakirin. -
Bi hezaran kesên ku dixwazin biçin Efrînê, gihiştin Kobanê
Bi hezaran kes ji bo biçin Efrînê ya ku Berxwedana Serdemê lê didome, gihiştin Kobanê. -
Koma duyemîn a artêşa Sûriye gihîşte Efrînê
Komeke din a leşkerên girêdayî yekîneyên parastina gel a girêdayî artêşa Sûriye gihîştin Efrînê.