Berdevkê YPG'ê: Erdogan endezyarekî terorê ye ku tengav bûye

Berdevkê YPG'ê Mehmûd diyar kir ku Erdogan endezyarekî terorê ye ku li pêşberî berxwedana gelan tengav bûye û got, "Hewl dide hemû çavkaniyên jiyanê biçikîne. Vê yekê jî bi firotina Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê dike."

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, asta êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ku ketiye roja 37'an û rola komên ser bi artêşa Sûriyeyê yên hatine Efrîn di parastina Efrînê de ji ANF'ê re nirxand.

'TEVÎ DAÎŞ Û EL NÛSRA ÊRÎŞ DIKE'

Mehmûd diyar kir, desthilatdariya Erdogan tevî komên ku li Afganîstan, Gorîsnî, Iraq, Lîbya û gelek welatên Rojhilata Navîn terorê dikin û li welatên Ewropa û Asyayê çalakiyên terorê pêk tînin êrîş gelên Efrînê dike.

Nûrî Mehmûd got, "Artêşa Tirk a ku Erdogan berê wê daye Efrînê, tevî DAÎŞ û Cephet El Nûsra êrîşî Efrînê dike.

Li dijî gelan her rêbazên qirêj û çekên bi her şêweyî bi kar tînin. Dibêje ku Misilman e, lê êrîşî mizgeftan dike. Li çavkaniyên avê, dibistanan, firinan û konvoyên civaka sivîl ên çûn Efrînê xistin. Herî dawî eşkere bû ku çeka kîmyewî jî bi kar aniye.

Ji ber ku Erdogan endezyarekî terorê ye ku li pêşberî gelê li Efrînê li ber xwe dide tengav bûye. Hewl dide hemû çavkaniyên jiyanê biçikîne. Vê yekê bi çi bike? Bêguman bi firotina Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê vê yekê dike. Divê gelên Tirkiyeyê bi vê zanibin."

'EFRÎNÊ DIKIN QURBANÊ KRÎZÊN ABORIYÊ YÊN DEWLETÊN CÎHANÊ'

Mehmûd anî ziman, desthilatdariya Erdogan bi dewletan re li ser bazareke qirêj têkiliyê datîne ku li ber erîşên li ser Efrînê ranebin û li ser vê bazarê wiha axivî: "Ji ber ku Tirkiye ji aliyê cografîk ve cihekî stratejîk e. Deriyê Trûva ye ku Ewropa û Asyayê bi hev ve girê dide. Di tevahiya dîrokê de nakokiya her kesî li ser vê erdnîgariyê hebû. Lewma cîhan aramiya li Tirkiyeyê naxwaze. Bêguman Erdogan jî vê yekê ji xwe re weke firsendê bi kar tîne. Bi Rûsyayê re, bi Sûriyeyê re bi deverên din re bazirganiyê dike. Ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê hewl didin Tirkiyeyê parçe parçe bikin. Her wiha ji bo ti projeyeke demokratîk a alternatîf dernekeve holê êrîş dikin.

Bêguman cîhan li pêşberî vê bêdeng e. Ji ber ku Efrîn û Sûriye kirine qurbanê krîzên aboriyê yên dewletên cîhanê. Her kes şerê xwe li Sûriyeyê dike û gelên li vir dikin qurban. Her kes pê zane ku şerê niha li Efrînê diqewime li ti exlaq û qanûnê nayê. Ev yek bi temamî terorîzm e."

'EM GAVEKE HÊ XURTIR JI ARTÊŞA SÛRIYEYÊ HÊVÎ DIKIN'

Mehmûd bi bîr xist ku ji bo tevlî parastina Efrînê bibin ji 20'ê Sibatê û pê ve komên ser bi artêşa Sûriyeyê derbasî nava Efrînê bûne û got, "Em di wê baweriyê de ne ku parastina axa Sûriyeyê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de erkê artêşa Sûriyeyê ye jî. Lewma me ew vexwend ku yekparebûna Sûriyeyê biparêze. Bêguman her kes li gorî xwe hewl dide vê binirxîne û nîşan bide."

Nûrî Mehmûd anî ziman, ya ku wan kiriye; vexwendina artêşa Sûriyeyê ji bo parastina sînorê Sûriyeyê ji êrîşên ji derve ye û got, "Lê belê komên ser bi artêşa Sûriyeyê ve yên niha hatine Efrînê xwedî wê hêzê nînin ku karibin vê yekê bikin. Dîsa jî em diparêzin. Yên li wir şe dikin şervanên YPG, YPJ û QSD'ê ne. Tevî ku 4-5 roj in hêzên ser bi artêşa Sûriyeyê hatine jî, Tirkiye niha hê bi dijwarî êrîş dike. Êrîşên bi tank û balafiran giran bûne. Hê bi dijwarî terorîstên xwe dişînin. Ji ber vê yekê em hê li bendê ne bê ev artêş dikare Sûriyeyê biparêze yan na. Di vî warî de me hê gaveke rasteqîn ji artêşa Sûriyeyê nedîtine. Li Efrînê şerekî giran heye. Ji ber vê yekê hêzên me yên li Helebê derbasî Efrînê bûn. Em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin. Dixwazim vê yekê jî bêjim. Efrîn bi şerê gelan li ber xwe dide û wê li ber xwe bide."

'XWESTIN SERKETINA ME YA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê QELS BIKIN'

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku Rûsya û Tirkiyeyê li hev kirin û bi vî rengî êrîşa ji bo dagirkirina Efrînê dest pê kir. Mehmûd ragihand ku armanceke bingehîn a van êrîşên dagirkeriyê ew ku serketina mezin a QSD'ê ya li Dêra Zorê qels bikin û wiha dewam kir: "Me li Dêra Zorê bi navê tevahiya cîhanê serketinek bi dest xist. Kêm mabû ku me DAÎŞ biqedanda û mizgîniya aramiyê bidan Sûriyeyê. Wekî din firsen çêbû bû ku nîqaş li ser aramî û çarseriya bi beşdariya her kesên Sûriyeyê derketibû holê. Di wê wextê de Tirkiye û Rûsyayê li hev kirin û ji bo serketina me ya li dijî DAÎŞ'ê ya li Dêra Zorê qels bikin êrîşî Efrînê kirin."

Mehmûd destnîşan kir ku êrîşên li ser Efrînê şerekî ji bo jinûve zindîkirina DAÎŞ'ê ye û got, "Em nih ali Dêra Zorê di nava şer de ne. Li Efrînê jî. Em li dijî DAÎŞ'ê şer dikin û li Efrînê jî em li hemberî terorîstên ku desthilatdariya Tirkiyeyê anî şer dikin. Bêguman şerê li dijî her du aliyan hêsan nîne. Bala mirovan dibe cihekî din. Em hem li dijî DAÎŞ'ê hem jî li dijî endezyarê afirîner ê DAÎŞ'ê şer dikin."

Mehmûd diyar kir ku niha Sûriye di nava ezmûneke girîng a têkoşînê de ne û got, "Eger ji vê derê projeyeke demokratîk neyê afirandin, sîstemeke exlaqî û qanûnî eger li vir dernekeve holê, ev rewş wê bibe gefek li ser tevahiya cîhanê. Ji ber vê yekê, bêdengiya li pêşberî êîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê divê nebe. Me bi hev re li dijî DAÎŞ'ê şer kir û cîhan tev ji rêxistina terorê parast."