Gelê Minbicê dewleta Tirk protesto kir

Gelê Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Efrînê û bombekirina karwanê sivîlan bi meşekê protesto kir.

Li Minbicê bi meşekê bombekirina karwanê sivîlan a 22’ê Sibatê de ji aliyê Tirkiyeyê ve hate protesto kirin.

'Bi hezaran Minbicî beşdarî meşê bûn, ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û TEV-DEM'ê ve hatibû organîzekirin'. Gel li çerxerêya El-Beta a dikeve rojhialtê bajêr li hev civiyan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankarta li ser nivîsa ‘Kujer Erdogan, ji dagirkeriya Tirkiyê re na, Em hemû fedayiyên Efrînê ne’ rakirin.

Gel heya qada navenda bajêr meşeiyan û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi Berxwedana Efrînê re qîriyan.

Li navenda bajêr mîtîngek hate lidar xistin û di mîtîngê de Hecserokê Meclîsa Rêveberiya Minbicê Îbrahîm El-Qeftan axivî û wiha got; “Hemû pêkhateyên  herêmê li dijî hovitiya Erdogan berxwedana xwe giştir kin û wê parastina ewlehiya Herêmê pêk bînin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavdayîna Berxwedana Serdemê bi dawî bû.