Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê: Em berxwedana gelê Efrînê slav dikin

Fermandara YPJ’ê: Li vir helwesteke vînê heye ku ev ji mehekê zêdetir e didome. Ji eniyê ta bi kuçeyê, ji leşkerî ta bi gel ev wiha ye. Ez gele Efrînê ji ber berxwedaniya wê ya mezin a ya li dijî vî şerê dûrî exlaq slav dikim.

Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê got divê Efrînê ku Berxwedana Serdemê lê tê jiyîn, mirov bi ti devereke dî re tevlîhev neke û wiha got: ‘’Li vir helwesteke vînê heye ku ev ji mehekê zêdetir e didome. Ji eniyê ta bi kuçeyê, ji leşkerî ta bi gel ev wiha ye. Ez gele Efrînê ji ber berxwedaniya wê ya mezin a ya li dijî vî şerê dûrî exlaq slav dikim.’’

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê DAÎŞ, El Qaîde û berxwedana li dij wê ev 36 roj in didome. Ev ji mehekê zêdetir ku gel ji eniya berxwedanê, taxan rêxistiniya xwe kiriye û li ber xwe dide. Rewşa dawî ku bi rihê fedayî yê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê bûye berxwedana jinê Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê nirxand.

 ‘LI VIR XWÎŞK Û BIRATÎ HEYE, ÊRÎŞ LI WÊ YE’

Kobanê got, ‘’Navê wê li ser e, jixwe ev berxwedan wê mohra xwe li dîrok û serdemê bixe. Divê mirov berxwedana Efrînê bi berxwedanê dî re tevlîhev neke, li vir berxwedaniyeke wiha heye ku naşibe ya ti deveran’ û got li dijî her cure êrîşê berxwedan roj bi roj geştir dibe.

Kobanê diyar kir ku berxwedana Efrînê tenê Efrînê û Kurdan têkildar nake û wiha bi nav de çû: ‘’Efrîn ne tenê ji bo Kurdan li ber xwe dide, ev berxwedan ji bo hemû gelan e. Li vir tenê Kurd nîn in, li vir Ereb, Tirkmen û gelên din hene û ev fînala Berxwedana Rojava ye ji bo gelan. Efrîn ji dîrokê ve bajarekî wiha ye ku gel bi xwîşk û biratî lê dijîn. Em bandorên vê niha li eniyên berxwedanê dibînin. Êrîşên dagirker hene li ser hebûna ku mirov bikaribin bi çand, baweri û rengên xwe bijîn û li diji vê jî berxwedaniyeke mezin heye.’’

 ‘HEMÛ CÎHAN LI DAGIRKERIYE DINERE’

Kobanê rexne lê anî ku civaka navnetewî bi bêdengî li dagirkirinê temaşe dike û wiha got:’’Dewleta Tirk û çeteyên wê bi her cure azîneyên dijî exlaqê û teknîkê êrîşê bi ser gelên vir de tînin. Xwedêgiravî sincekî şer heye lê li vir di êrîşên dagirkeran de ev tine. Îro her kes vî şerê dijî mirovahiyê dibîne lê bêdeng in. Efrîn li dijî vê êrîşa ku mirovahiyê tine dikin, li ber çavê hemû dinyayê li ber xwe dide. Berxwedana leşkerî li hêlekê, hêza gel, berxwedana gel li dîrokê navê xwe nivisandiye. Bifikirin balafir,tang lê dixin, zarokên bêguneh dimirin. Sûcê wan zarokan çiye ku bi malbatên xwe re bi çanda xwe li xaka xwe dixwazin bijîn. Balafir tên û zarokên ku li ber mala xwe dilîzin, dikujin. Em ê di kûdera vî şerî de sincê bibînin. Em ê ji kûdera vî dijminî li benda sincê bin. Û xwedêgiravî saziyên mafê mirovan, dewlet bi bêdengî li vê rewşê dinerin. Tenê dinerin û li gorî rewşa bê ka wê kî bi ser bikeve bibin xwedî pozîsyonekê.’’

 ‘ÇI YÊN KU LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BÊDENG IN ŞÎRIK IN’

Kobanê got, ‘’Li vir a li derveyî sincê ne tenê dewleta Tirk a dagirker e, hemû yên ku li vê rewşê temaşe dikin ji xwe re dibêjin hiqûqa min a mafê mirovan û şer heye’ û wiha pê de çû: ‘’Koalîsyon, Rûsya, rejîm hemû li pey prestîja xwe ne, tenê temaşe dikin û li bendê ne bê ka kî wê bi ser bikeve. Lê bila bizanibin. Li ber çavê gel ti prestîja wan tine. Gel wan weke ‘hêzên ku destekê didine terorîzmê’ dibînin. Heqîqet jî ev e. Gel ji devera rast dinere. Ên ku gelê ku li ser xaka wî dijî nabîne û bi dagirkeran re bazarê dikin, li cem gel şîrikê dagirkeran in.’’

 ‘EM JI BERÊ VE DEWLETA TIRK NAS DIKIN’

Kobanê got, ‘Ji bo me avantaj e ku em dijmin ji dîrokê ve û ji niha jî ve nas dikin’ û wiha domand: ‘’Dewleta Tirk ji destpêkê ve tim dagirker e. Ti caran nebûye xwemalî van xaan. Ji Asyayê hatine. Îslam kirine amûrek ji Osmaniyan ve tim bi rengê dagirkeran li van deran in. Rastî ev e, bila biçin li dîroka xwe binerin. Misilmantî kirin amûr ji bo ku dagirkeriya xwe ya li van deran bidomînin.

Lê di hevîrtirşê Misilmantiyê de mirovî heye, baweriya bi mirovan heye. Binerin li rêbazên DAÎŞ’ê, dewleta Tirk ji berê ve van rêbazan bi kar tîne; bikaranîna dîn, dagirkirin, talan û komkujî. Şaş e ku mirov weke ku nû dest bi dagirkeriyê kiribe bibîne, ji dîrokê ve wiha ye.’’

 ‘LI VIR ŞERÊ VÎNÊ HEYE’

Kobanê ji eniyê agahiyên dawiyê da, got ev şer şer êvînê ye. Kobanê wiha dom kir: ‘’Dema ku mirov li berxwedana YPG-YPJ’ê binere, ya ku ev ji mehekê zêdetir e dom dike, berxwedaniyeke wiha heye ku di dîrokê de mînakên wê kêm in û gotin têrên nakin ku vebêjin. Zarokên vê xakê bedana xwe didin ber tang, top û balafiran.’’

 ‘JIN MOHRA XWE LI BERXWEDANÊ DIXIN’

Kobanê got bi taybetî jin mohra xwe li Berxwedanê Serdemê dixin û wiha domand: ‘’Berxwedana jinan, hebûna heqîqetê ji bo ku hebûna xwe bide qebûlkirin û ji bo ku êrîşa dagirkeran bişkîne xwe pêş dixe. Pêşengiya berxwedanê jin dikin. Ev ne propaganda ye, binerin ên ku li eniyê li ber xwe didin, mal û kuçeyên xwe bernadin û her cure xebatê dikin hemû jin in. Ji ber ku jin xwe di domdarkirina vê pergalê de dibînin. Bi berxwedanî û lehengiya jinan a li dijî her cure teknîkê ku bi exlaqî tê bikaranîn em ketin roja 31’ê, ku jin tenê bi keleşên xwe bedena xwe dikin bend. Di şexsê Şehîd Avesta, Barîn Viyan de em dikarin vê bibînin. Di eniyan de hûn bi kîjan hevalê re nîv saetê bimînin hûn ê vê bibînin. Baweriya jinan a bi berxwedanê pir zêde ye. Dizanin ku YPJ-YPG parastina wan dikin. Devereke ku jin ev çend li ber xwe didin nakeve, Efrîn ji bo wiha nakeve û ji niha ve bi ser ketiye. Jin di berxwedanê de, ku karwanê heqîqetê ye, cih digirin.’’

BANGA LI ÇETEYAN: RADESTÎ YPJ’Ê BIBIN

Kobanê bang li wan çeteyan kir ku dewleta Tirk wan bi kar tîne û xwest ku bi rûmetî teslîm bibin. Kobanê got: ‘’Em YPJ bang li çeteyan dikin. Em li eniyê dibînin, dewleta Tirk derî vedike û berê wan dide me, ti qîmetê jiyana wan li cem wan nîn e, rûmeta wan tine, gelek caran min dit, ên ku vedigerin wan dikujin. Li şûna ku jiyaneke ev çend bêrûmet qebûl bikin, li şûna ku bibin hêzeke dî ya dagrker û li Sûriyê şer bikin, bila radestî YPJ’ê bibin. Bila radestî vî gelî bibin. Bila bawer bin ku ji dewleta Tirk zêdetir em ê bi wijdan nêzî wan bibin. Dikarin wiha rûmeta xwe xilas bikin. Dîrok encex wiha dikare wan efû bike.’’

SPASÎ LI GELÊ EFRÎNÊ

Destîna herî dawî destnîşan kir ku gelê Efrînê ev ji mehekê zêdetir e li ber xwe dide û wiha axaftina xwe qedand: ‘’YPG, YPJ, asayîş, hêza xweparastinê, gel li Efrînê li ber xwe die. Ez bi taybetî spasiyê li berxwedana gel dikim. Her roj li gel ku êrîşên bi balafir, tang û topan hene jî xaka xwe naterikînin, bûne parçeyek ji berxwedanê. Şehîd dibin lê xaka xwe naterikînin, ev berxwedaneke bêhempa ya gel e. Bi bedena xwe li dijî berxwedanê ne. Ez berxwedana wan slav dikim û heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê ji bo ku bibin layiqî wan şer bikin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Dîrokê nîşan daye ku hemû dagirker demdemî ne, em zarokên vê xakê ne. Efrîn ya mirovên vê xakê ye, berxwedana wan watedar e, di eniyê de berxwedana me ya leşkerî û di jiyanê de berxwedana me ya gel wê bidome.’’