Li Şiyê wesayîteke din hate rûxandin

Li navçeya Şiye ya Efrînê wesayîteke din a artêşa Tirk û çeteyên wê hate rûxandin.

Di çalakiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê de herî kêm 3 çete hatine kuştin. Dîmenên çalakiyê hatin belavkirin.

Di êrîşên artêşa Tirk a ji 20’ê Çileyê ve dayî destpêkirin de gelek wesayîtên zirxî hatine rûxandin.

QSD’ê di daxuyaniya 22’yê Sibatê de dabû diyarkiribû ku 66 panzer hatine teqandin. Dîsa di haman daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku 1292 leşker û çete hatine kuştin. Di nava westayîtên hatine teqandin de helîkoper û balafirên keşfê jî heye.