Esnafên Sûrê: Pereyên gel di şer de xerc dikin

Esnafên Bazara Şewitî ya Sûrê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan û diyar kirin ku piştî êrîşa li ser Kantona Efrînê êdî li bazarê jî kar nemaye û gotin: "AKP’ê hemû pereyên gel ji wan standine û ji bo şer qerc dikin."

Di sala 1895'an de li nava Bazara Dirêj a ji Bazara Saman, Kazancilar, Kurkçuler, Saraçlar û heta kûçeya Melîk Ahmet ya li navçeya Sûr a Amedê, şewatek derket û vê şewatê 3 rojan dewam kir. Di encama şewatê de hemû dikanên li nava vê bazarê şewitîn. Piştî vê şewata mezin êdî gel navê 'Bazara Şewitî' li vê bazarê kir.

Piştî vê karaseta mezin, hikûmeta AKP’ê karasetek duyemîn li tevahiya Sûrê pêk anî û li navçeyê cihê jiyanê hilweşand. Gel û esnafên ku piştî demek dirêj rabûn li ser lingan û jiyana xwe li herêmê ava kir, vê carê jî rastî krîza aboriyê û zextên herdemî yên dewletê hatin. Hikûmeta AKP’ê bi vê jî nema, fatûreya şer li gel û esnafên Kurdistanê dibire.
 
'BI ÊRÎŞA EFRÎNÊ RE BAZAR KÊM BÛ'

Esnafên Bazara Şewitî ya Sûrê li dijî êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrînê derketin û diyar kirin ku piraniya çavkaniyên herêmê ji bo şer hatine veqetandin û bi êrîşên dijî Efrînê jî ev rêje zêdetir bû. Esnafê bi navê Alî Yanliç diyar kir ku roja ku êrîş li ser Efrînê dest pê kiriye heta niha rewşa karê wan ne ti rewş e û wiha axivî: "Em esnafên Sûrê tam xwe didin li ser hev, em dinêrin AKP dîsa qirika me ziwa dike. Li aliyekî qada me ya jiyanê xira kirin, li aliyê din krîza aboriyê û li aliyê din welat ber bi şerekî kûr û qirêj ve dibe. Hemû çavkaniyên welat ji bo şerê xwe yê desthilatdariyê bi kar tîne. Em esnaf jî li vir nikarin kirayên dikanên xwe bidin. Li Sûrê zilmê li me dikin û li Efrînê jî bi pereyên me mirovên me dikujin."

'JI BER ŞER GEL BÊ PERE MA YE'

Esnafê bi navê Mûstafa Demîr jî da zanîn ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê li herêmê êdî bi gel re pere nemaye û ev tişt got: "Ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê gelê Amedê xizan bûye û êdî kes nikare were bazarê. Ji xwe ji roja êrîş li ser Efrînê pêk hat û vir ve êdî kes nayê bazarê û tiştekî nakire."

'WÊ EFRÎN DAWIYÊ LI ERDOGAN BÎNE'

Welatiyê bi navê Ekrem Yurek jî nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Kantona Efrînê da û got: "Êrîşên li ser gelê Efrînê bi kêrî kesînayê. Ti zerara gelê Efrînê ne gihaye Tirkiyeyê. Erdogan ji bo emrê xwe dirêj bike, êrîşî bira, xwişk û zarokên me dike. Xwedê wekîl e û her kes dibîne Efrînê bi ser dikeve. Kobanê çawa ji çeteyên DAÎŞ'ê re bû gor, wê Efrîn jî dawî li Erdogan bîne û ji çeteyan re bibe gor."