YPG: Em ê li gorî agirbesta Neteweyên Yekbûyî tevbigerin

Fermandariya Giştî ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ji aliyê xwe ve biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin û destnîşan kir ku li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê, wê mafê xwe yê parastina rewa pêk bînin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku ji bo 30 rojan agirbest li gelemperiya Sûriyeyê ragihand, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye:

"Li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya hejmara /2401/ ya 24'ê Sibata 2018'an roja Şemiyê ya bi armanca alîkariyên mirovî derbasî Sûriyeyê werin kirin; li tavahî Sûriyeyê, Efrînê jî di nav de agirbest were ragihand, em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Paratina Gelê pêşwaziya xwe bi vê biryarê radighînin.

Em ê biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya  rawestandina şer, ji bilî rêxistina terorê ya DAÎŞ'ê  bi cih bînin. Lê di heman demê de em ê mafê parastina rewa li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê pêk bînin.

Yekîneyên me soz dide ku wê derbasbûna şandeya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî ji bo herêmên Efrînê yên di bin serweriya yekîneyên me de ne bi ewle bike, da ku alîkariyên mirovî, tenduristî û ji bo dermankirina rewşên awarte yên ku di encama hedefkirina navendên aktîv ji aliyê artêşa Tirk û hêzên alîgirên wê ve bi ziyan bûne, derbas bibe.

Wekî Yekîneyên Parastina Gel em bang li hemû aliyên ku li Sûriyeyê şer dikin ku biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêk bînin."