Li Şera êrîşên hewayî, li Cindirêsê bomberdûman

Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî gundên navçeya Şera ya Efrînê kirin, dîsa gundên navçeya Cindirêsê jî topbaran dikin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, li gundên Omera û Dêrsewan ên şer di navbera şervanê YPG/YPJ’ê û hêzên artêşa Tirk de bi dijwarî rûdidin hatin bombe kirin.

Arêtşa Tirk û çeteyên wê hemwext gundê Kaniya Gewrika ya Cindirêsê jî dan ber topan.

Artêşa Tirk a ji 20’ê Çileyê ve dest bi êrîşên dagirkeriyê kirî, her roj bi awayekî sîstematîk gund û jîngehên welatiyên sivîl bombe dike. Di van êrîşan de heta niha herî kêm 20 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Di nav van de bi dehan zarok hene.