ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: 12 leşker û çete hatin kuştin, 2 wesayît hatin îmhakirin
QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li eniya Raco 12 leşker û çete hatine kuştin û 2 wesayîtên leşkerî jî hatine îmhakirin. -
Li Şerayê şerekî giran heye: 2 wesayît hatin îmhakirin
Li gundê Ereb Wêran ê navçeya Şerayê ya Efrînê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker şerekî giran heye. -
Çiya Kurd: Berxwedana me hevsengên siyasî û dîplomatîk guherand
Rayedarê TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd ji bo hatina hêzên rejîma Sûriyeyê got, “Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, şirîkatiyeke leşkerî ya bi Şamê re ye.” -
Gelê Efrînê 14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê
Bi hezaran welatiyên Efrînê bi merasîmekê bi heybet cenazeyê 14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
Hêzên Asayîşê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir yên ku di ‘Berxwedana Serdemeê’ de şehîd bûbûn. -
Şêniyên Heleb û Efrînê li çeperên berxwedanê ne
Gelek kesên pêr ji Helebê hatin Efrînê li navçeyên Meydanê û Şera li hev civiyan. -
Li Cindirêsê û Şera şer giran e
Di navbera şervanên QSD'ê û artêş/çeteyên Tirkan de li eniyên Cindirêsê û Şerayê şerekî dijwar diqewime. -
Ji ber bomberdûmanê li Efrînê 6 kes birîndar bûn
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser navenda Efrînê, 6 kesên ji malbatekê birîndar bûn. Balafrên şer ên Tirk jî bombe li gundê Tilsilor ê Cindirêsê barandin. -
Fermandara YPJ’ê Lêlûn: Dagirkeriya li Efrînê wê têk biçe
Fermandara YPJ’ê Nûda Lêlûn diyar kir ku li Efrînê berxwedaneke mezin heye û ew ê artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê têk biçin. -
Meryem li Kobanê ye, dilê wê li Efrînê ye
Meryem ji Efrînê ye û 12 sal in tevî hevserê xwe li gundê Donxiz ê Kobanê dijî. Çavên wê timî li televîzyon û telefonê ye. Dilê wê jî li Efrînê ye. Ji rewşa xizmên xwe bi fikar e, lê ji berxwedanê jî piştrast e. -
Artêşa Tirk top avêt Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker top avêt taxa Eşrefiye ya li navenda bajarê Efrînê. Ji ber êrîşê 5 kes ji malbatekê birîndar bûn. -
Li Tebqa û Hesekê cenazeyê şehîdên azadiyê spartin axê
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û Hesekê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Usama Ebdulqewî El Mehmûd û şervanê YPG’ê Mihemed Bubî spartin axê. -
Oldaran: Em ê heta dawî li pişt Efrînê bin
Heyeta ji oldarên Misilman, Êzidî Xiristiyan yên Bakurê Sûriyeyê pêk dihat, ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê ketibûn ser rê, gihiştin Efrînê. Oldaran anîn ziman ku wê heta dawî li pişt pişta gelê Efrînê be. -
Cenazeyê şehîd Fethî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin
Bi merasîmeke heybet gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Fethî Hiso yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin. -
Girseya ji Helebê hatî, li Meydanê li dijî êrîşan meşiyan
Bi sedan kesên ji Helebê ji bo piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê, navçeya Meydankê ziyaret kirin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. -
Mahmût: Armanca me li dijî dagirkeriyê bi hevre parastina Sûriyeyê ye
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mahmût têkildarî çûyîna hêzên artêşa Sûriyeyê ya ji bo Efrînê axivî û wiha got; “Îro dema ku hêzên artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bûn, artêşa Tirk a dagirker êrîş kir. Di encama êrîşê de 2 leşerên Sûriyeyê şehîd bûn.” -
Artêşa Tirk a dagirker li karwanê artêşa Sûriyeyê xist
Artêşa Tirk a dagirker bi bejahî û hewayî êrîşî hêzên artêşa Sûriyeyê kir. Di encama êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê ji artêşa Sûriyeyê 2 kes mirin û 3 kes jî bibîrandar bûn. -
NÛ BÛ I-Artêşa Tirk Efrînê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker, êrîşek li hemberî Yekîneyên Parastina Gel ên girêdayî artêşa Sûriyê kirin. Artêşa Tirk Efrînê jî topbaran dike. -
NÛ BÛ-Koma destpêkê ya Artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bû
Koma destpêkê ya Yekîneyên Parastina Gel a girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bû. -
QSD: 40 leşker û çete hatin kuştin, tankek jî hate teqandin
QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û çalakiyên din ava 24 saetên dawî de qewimîn eşkere kir. -
Nexweşxaneyên Dîlok, Kîlîs û Hatayê ji bo sivîlan hate girtin
Artêşa Tirk a dagirker ji bo veşartina windayên xwe yên li dijî Berxwedana Serdemê nexweşxaneyên Dîlok, Kîlîs û Hatayê ji bo sivîlan girt. -
Yekîneyên artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê dibin
Yekîneyên Parastina Gel yên girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê dibin. -
QSD'ê nasnameya 9 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
QSD'ê nasnameya 9 şervanên di Berxwedana Serdemê de li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kirin û şehîd bûn eşkere kir. -
Gelê Heleb û Efrînê berê xwe da Şera
Şêniyên Efrîn û Helebê li Meydankê li hev civiyan û ber bi navçeya Şera ve bi rê ketin. -
Barbariya dewleta Tirk a li Efrînê: Sivîlekî astengdar kuşt
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li gundê Sêwiya yê navçeya Mabatayê sivîlek şehîd bû.