Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Cenazeyê şervanên YPG’ê Ehmed û Cewîd hate veşartin

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Ela Ehmed û Cewîd Îbrahîm bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Ela Ehmed (Roj Hol) û Cewîd Îbrahîm (Cewîd) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên ŞehÎdan Ehmed Hesen axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got; “Bi saya şervanên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirin, welatiyên herêmê bi ewlehî û aramî dijîn.”

Piştre  şervana YPJ`ê Tolîn Nîdal axivî û got "Em hemû şehîdan bi bîr tînin ên ku ji bo ku welatê xwe rizgar bikin canê xwe feda dikin. Em soz didin ku heya dawiya dilopa xwîna xwe rêya şehîdan bişopînin.”

Her wiha birayê şehîd Cewîd axivî û ev tişt anî ziman "Pêwîst e ku mirov bi azad bijî û bi ser bilindayî ji bo parastina axa welatê xwe canê xwe jî feda bike."

Li ser navê malbata şehîd Roj Hol jî Xidir Salih axivî û wiha got; “Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in. Îro her kes ji bo axa welatê xwe canê xwe feda dikin û ev yek mînaka yekîtiyê ye."

Piştî axaftinan wesîqeta her du şehîdan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên herdu şehîdan hatin kirin

Di dawiya merasîmê de cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û bi tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.