Cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê Elî û Ehmed sipartin axê

Bi hezaran welatiyên Qamişlo cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê Hacî Elî (Riyad Qamişlo) û Ehmed Ehmed (Şervan Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, spartin axê.

Bi tevlîbûna hezaran welatiyên Kantona Qamişlo cenazeyê şehîdên berxwedana Efrînê Hecî Elî (Riyad Qamişlo) û Ehmed Ehmed (Şervan Qamişlo) li Girostana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê spartin axê.

Li gel welatiyên Qamişlo, heyeta ji Başûrê Kurdistanê ya ku ji Efrînê vegeriyaye û hemû meclîsên Kantona Qamişlo tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen, li ser navê Heyeta Başûrê Kurdistanê jî Mele Saman, li ser navê şervanên YPJ’ê jî Sozdar Qamişlo axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîdan re hate xwestin soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. Her wiha hate bibîrxistin ku bi saya berxwedana şervanê YPG/YPJ’ê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriye di nava aramiyê de dijîn. Axaftvanan diyar kir ku heta şervan hebin wê artêşa Tirk a dagirker nekeve Efrînê û li ber xwe bide.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.