Cenazeyekî li kêleka rê veşartin
Xebatkarên Heyva Sor a Kurd cenazeyê sîvîlekî veşartin ê ku di dagirkirina Efrînê de hatibû qetilkirin.
Xebatkarên Heyva Sor a Kurd cenazeyê sîvîlekî veşartin ê ku di dagirkirina Efrînê de hatibû qetilkirin.
Xebatkarê Heyva Sor a Kurd Rêber Mustafa têkildarî mijarê ev agahî da:
“Sê roj berê ber êrîşên bi obusan gelek kesan ji neçarî koç kirin. Me li kêleka rê cenazeyek dît û ji ber balefirên keşfê me nekarî em bibin goristanê. Li kêleka rê me di nav baxçeyê de hinaran de ev cenaze veşart. Dema ku em gihiştin ser cenaze, me dît ku cenaze rojek e li vê derê ye.”