Li Efrînê bomberdûman û şer
Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan di roja 58'an de ne. Li taxên derdora Efrînê şerekî dijwar diqewime. Artêşa dagirker bombeyan li bajêr dibarîne.
Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan di roja 58'an de ne. Li taxên derdora Efrînê şerekî dijwar diqewime. Artêşa dagirker bombeyan li bajêr dibarîne.
Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên YPG/YPJ'ê de şerekî dijwar diqewime. Li eniya bakurê rojava ya bajêr, şerê ku duh êvarê dest pê kir dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bombeyan li sivîlên li navenda bajêr dibarîne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, ji ber bomberdûmanê gelek xanî û avahî xera bûne.
Ji ber ku xeta telefon û înternetê timî tê birîn, têkiliyeke baş bi navenda Efrînê re nikare bê danîn.
Artêşa Tirk a dagirker duh bombe li du avahiyan barandibûn û herî kêm 6 kesên di binê xirbe de man jiyana xwe ji dest dan. Gelek sivîl jî birîndar bûn.
Wekî din, li pêşiya bajêr jî traktorek û wesayitek bûbûn hedefa balafirên şer ên Tirk. Di vê komkujiyê de gelek sivîl şehîd bûbûn.