Berdevkê YPG’ê yê Efrînê: Ji bo me qonaxa êrîşê dest pê kir!

Berdevkê YPG’ê yê Efrînê Birûsk Hesekê diyar kir ku berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk didome û wiha got; “Em ji pêvajoya parastinê derbasî pêvajoya êrîşê bûn. Ji niha û pêve bê dûdilî nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê bibe hedefa me."

Berdevkê YPG’ê yê Efrînê Birûsk Hesekê di daxuyaniya çapemeniyê de têkildarî rewşa Efrînê axivî û wiha got; “Berxwedana gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJʹê ya li dijî dagirkeriya Tirk di roja xwe ya 58ʹan de didome. Dewleta Tirk bi destûra Rûsyayê li dijî Efrînê dest bi êrîşên hewayî kirin.ʺ

‘RÛSYAYÊ RÊYA KOMÊN ÇETE VEKIR’

Birûsk anî ziman ku Rûsyayê rê li ber komên çete ʺDAIŞ, El-Qaîdeʺ vekir ku êrîşî herêma Efrînê bikin û wiha domand, ʺMe soz daye gelê xwe û em li ser soza xwe ne. Şerê li dijî dagirkeriya Tirk derbasî qonaxeke nû bû. Em ê şerê xwe bidomînin heta yek leşkerê Tirk li ser axa Efrînê mabe. Ev şer ne hêsan e û wê dirêj bike.ʺ

‘PÊVAJOYA ÊRIŞÊ DEST PÊ KIR’

Birûsk diyar kir ku dewleta Tirk projeyeke demoratîk ku hemû gelên Bakurê Sûriyê digire nav xwe qebûl nake û wiha dirêjî da axaftina xwe, ʺArmanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Efrînê derbkirina jiyana aştiyane û biratiya gelan e. Em soz didin ku şervanên YPG/YPJʹê destûr nadin ku dewleta Tirk komkujiyên ku bi serê gelê Kurd ê Efrînê dike, bidomîne. Em di pêvajoya parastina gel de bûn, lê niha piştî ku sivîl li herêmên bi ewle hatin bicihkirin, em ê dest bi pêvajoya êrîşa li ser artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin. Bê dûdilî û bi hemû rêbazan em ê noqteyên dagirkeran bikin hedefên êrîşên xwe.ʺ

‘EM LI HER CIHÎ NE’

Birûsk da zanîn ku şervanên YPG/YPJʹê bi israr wê axa Efrînê ji dagirkeran re bikin goristan û wiha axivî, ʺEm li her cihî ne. Her çiqas ku dagirkeran alên xwe li ser herêmên Efrînê hildan, em ê bi hêzeke xurtir û bi hejmareke mezintir ji darên zeytûnan vegerin, li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û herêmên xwe rizgar bikin.ʺ

‘EM Ê TOLA ŞEHÎDÊN XWE HILÎNIN’

Birûsk her wiha destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîna xwe komploya li dijî Efrînê bin bixin û tola şehîdên YPG/YPJʹê hilînin.

Birûsk ji dewletên cîhanê re ev tişt got, ʺDewletên cîhanî di şerê li dijî çeteyên DAIŞʹê de pesnê YPG/YPJʹê dida. Lê îro em dibînin ku li hember komkujiyên li ser gelê Efrînê yê sivîl têne kirin, bêdeng in.ʺ

Brûsk di dawiya axaftina xwe de helwestên navneteweyî li hember dagirkeriya Tirk rexne kir û ev soz da, ʺYPG/YPJʹê destûr nadin ku dagirkeriya Tirk demografiya Efrînê biguhere. Her noqteyeke ku leşkerên Tirk û çeteyên wê lê hebin, wê bibin hedefa hêzên me.ʺ