Li Efrînê êrîşên ji bo qirkirinê

Ji ber êrîşên qirkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, heta niha zêdeyî 300 sivîl mirine ku gelek ji wan jin, zarok û extiyar in. Bi sedan sivîl jî birîndar bûn.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ/El Nûsra ku 19'ê Çileyê li dijî Efrînê dest pê kirin, van sê rojên dawî gihîştin nava bajêr. Dewleta Tirk bombe li Efrînê dibarînin ku bi deh hezaran sivîl lê dijîn. Bi sedan sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin.

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan ev 58 roj bi rengekî bê navber dewam dikin. Heta niha zêdeyî 300 sivîl hatine kuştin ku piraniya wan jin, zarok û extiyar in. Bi sedan sivîl jî birîndar bûn.

Navçe û gundên Efrînê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ/El Qaîdeyê ve hatine dagirkirin hatin talankirin. Bi bicihkirina penaberên ji herêmên din re demografiya Efrînê tê guhertin û paqijiya etnîkî tê kirin.

SÊ ROJÊN DAWÎ: BI DEHAN SIVÎL HATIN KUŞTIN

Sûcên şer ku cîhan tenê lê temaşe dike, piştî ku leşker û çeteyên dewleta Tirk gihîştin navenda bajêr veguherîn qirkirinê. Tenê sê rojên dawî ji ber bomberdûmana li nexweşxane, konvoya wesayitan û navenda bajêr bi dehan sivîl hatin kuştin.

ROJA 56'AN A ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ

Di roja 56'an a êrîşên qirkirinê yên dewlet Tirk de 47 sivîl hatin kuştin ku 16 jê zarok, 14 jî jin in. Gelek kes jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker bi topbaranê li navenda bajêr 31 kes kuşt. Pêr bi şev jî bombe li nexweşxaneya Avrînê barandibû.

Sê bombeyên bermîlê avêtin nexweşxaneya Avrînê û nexweş, birîndar û personelên tenduristiyê jî di nav de herî kêm 16 kes şehîd bûn.

Di roja 57'an a êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de li stasyoneke petrolê ya li navenda bajêr ku bû hedef, şewateke mezin derket. Ji ber topbaranê jî gelek xanî û avahî hilweşiyan.

Artêşa Tirk a dagirker bombe li du avahiyan barand û 6 sivîlên di bin xirbeyê avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan, gelek sivîl jî birîndar bûn. Danê sibehê jî bombe li konvoyeke sivîl a li pêş bajêr hate barandin û bi dehan sivîl hatin kuştin.

Ji duh û vir ve bomberdûmaneke giran li navend û derdora bajêr tê kirin. Nayê zanîn bê çend sivîlan jiyana xwe ji dest dane.