Cenazeyên Umer Elûş û şervanên YPG û QSD’ê hatin veşatin
Bi hezaran welatiyên herêma Firatê cenzeyên Umer Elûş û şervanên YPG/QSDʹê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin.
Bi hezaran welatiyên herêma Firatê cenzeyên Umer Elûş û şervanên YPG/QSDʹê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin.
Bi hezaran welatên herêma Firatê, nûnerên Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Meclîsên Sivîl ên Dêra Zorê Minbicê, Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl, YPG/YPJ/Hêzên Ewlehiya Hundirîn beşdarî merasîma cenazeyê Hevserokê Komîteya Têkîliyên Giştî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê û Endamê Buroya Têkîliyên MSDʹê Umer Elûş, şervanê QSDʹê Bîlal Hemze (Bîlal Kobanê) û şervanê YPGʹê Mihemed Îbo (Dîrok Can) bûn.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêza leşkerî ve destpê kir.
Piştre Hevseroka MSDʹê Îlham Ehmed, Fermandarê QSDʹê Ebdullah Ebdulezîz, bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ibrahîm Ferec, bi navê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Ehmed Hisên Salih, bi navê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Nezîfe Xelo û bi navê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Xesan Yûsif axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin, her wiha bal kişandin ser fedekariya wan ji bo azadî û jiyana hevbeş di navbera gelê Sûriyê de. Axaftvanan soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê dan.
Her wiha axafvanan dane zanîn ku şehîd Umer Elûş ji bo xizmeta gelê xwe û avakirina jiyaneke hevbeş di navbera gelên herêmê de dixebitî, ji ber vê ji aliyê diminên biratiya gelan ve hate hedefkirin.
Di merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşmên ʺŞehîd namirinʺ hatin veşartin.