Ji bo kesên ji Efrînê koçî çola Şehbayê dike banga lezgîn a alîkariyê

Buroya Karê Koçberan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk, bi deh hezaran kesên ji Efrînê neçar man ku koçî çola Şehbayê bibin, banga lezgîn a alîkariyê hate kirin.

Ji ber êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a dagirker ku ev 56 rojin dom dike, deh hezar welatiyên Efrînî ku neçar man koçî çola Şehbayê bikin, Buroya Karê Koçberan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk banga alîkariya lezgîn kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

ʺEv 56 roj in ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete bi top û balafiran sivîlên bajarê Efrînê hedef digire. Li hember vê yekê civaka navneteweyî bêdeng e. Dagirkeriya Tirk mirov, kevir û çanda gelan kirin hedef.

Ev hefteyeke ku artêşa Tirk a dagirker bi top û balafiran navenda bajarê Efrînê bi sed hezaran sivîl lê dijîn bi dijwarî dikin hedef. Armanca ji vê yekê tirsê bixin dilê sivîlan û wan ji malên wan bidin koçkirin. Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe navendên tenduristiyê û firinan dikin hedef. Ji êrîşên hovane, bi deh hezaran sivîlan ji tirsa mirinê koçber bûn. Sivîl trajediyeke mezin dijîn.

Di encama topbaran û bombebarana du rojan de, bi dehan sivîl hatin kuştin (piraniya wan zarok bûn), her wiha bi sedan sivîl jî birîndar bûne, li nexweşxane û navendên tenduristiyê têne dermankirin.

Banga me ji tevahî rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî re heye ku van kiryarên hovane yên li dijî gelê Efrînê bi tundî şermezar bikin û bi lezgînî destek bidin sivîlên koçber ên li çolistana Şehbayê bi cih bûne. Ji ber ku hezaran zarok, birîndar û temen mezin li çolê, bê ava, xwarin û derman in.ʺ