Bomberdûmankirina Nexweşxaneya Avrîn hate protestokirin

Meclîsa Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê lidar xistî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Nexweşxaneya Avrînê protestokirin.

Meclîsa Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê lidar xistî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Nexweşxaneya Avrînê protestokirin. Bi tevlîbûna gelek endamên tenduristiyê ve li pêşiya Navenda Çanda û Hunerê ya Mehemed Şêxo daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Bomberdûmana li ser Nexwexaneya Avrîn hate kirin, bomberdûmana li dijî wijdanê hatiye kirine” hate vekirin. Daxuyaniya Kurdi piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde ji aliyê Alîkara Hevserokê Meclîsê Raperîn Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

ʺBerxwedana Efrînê ya leheng a li hember terora dewleta Tirk a dagirker ket roja 57ʹan. Di encama êrîşên dagirkeriyê de sivîl, saziyên tenduristiyê, û saziyên civakî tên hedefkirin. Duh jî naxweşxaneya Evrîn bi balafirên Tirk hate bombebarankirin û di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Em van êrîşên hovane bi tundî şermezar dikin.

Banga me ji hemû saziyên navnetewî yên mirovî û huqûqî re heye ku mudaxeleya lezgîn li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bikin û van êrîşan rawestînin.ʺ

Daxuyanî bi dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ, ʺBijî Berxwedana YPG/YPJ û QSDʺ bi dawî bû.