QSD: Dîmenên ku çapemeniya Tirk belav kirîn dûrî rastiyê ne

QSD’ê têkildaîr bomberdûmana balafirê şer ên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Nexweşxaneya Avrînê daxuyaniyek da û got, dewleta Tirk û çapemeniya wê dixwaze sûcên şer ên li hermêm veşêrin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku balafirên şer ên Tirk Nexweşxaneya Avrîn bombe kirine û got: “Hikûmeta Tirk a faşîst û çapemeniya wê bi dîmenên parvekirî dixwazin rastiya li herêmê veşêrin.

QSD’ê têkildarî bomberdûmana artêşa Tirk ev agahî parve kir:

ʺArtêşa Tirk a dagirker hewl dide komkujiyên li dijî gelê Efrînê pêk tîne veşêre. Bi vê armancê dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk îdîayên derew belav dikin.

Di 16ʹê Adara 2018ʹan Nexweşxaneya Avirîn ji aliyê balafirên Tirk ve hat bombebarankirin. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn. Her wiha ziyaneke mezin gihîşt nexweşxaneya ku bi hezaran birîndarên sivîl lê dihatin dermankirin.

Piştî bombebarankirina nexweşxaneyê, Ajansa Nûçeyan a Anadol a dewleta Tirk dîmenek belav kir. Di dîmen de avahiyeke nêzî nexweşxaneyê hat kişandin. Bi vê yekê dewleta Tirk a dagirker xwest hedef kirina nexweşxaneyê ji aliyê balafirên Tirk ve veşêre û nîşan bide ku nexweşxane nehatiye bombebarankirin.

Em ji raya giştî re dibêjin ku nexweşxane ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatiye bombe kirin, avaniya ku dîmenên wê hatine parvekirin nexweşxaneye.

Bombebarana nexweşxaneyê bi dîmen û wêne hatin belgekirin.ʺ

Lînka belgekirina êrşa li ser Nexwexaneya Avrîn.

http://sdf-press.com/2018/03/مشاهد-تؤكد-تعرض-مشفى-آفرين-للقصف-الترك/

Dîmenên ku QSD'ê li ser malpara xwe ya fermî parvekirî wiha ne: