Çeteyê DAÎŞ'ê yê Tirk-Elman axivî

Çeteyê DAÎŞ'ê yê welatiyê Tirk-Elman Ergün Orhan, di pêngava Dêra Zorê de radestî YPG'ê bû. Çeteyê DAÎŞ'ê qala têkiliyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk kir.

Li ser pêşniyarpirseke ku piştî hewldana Tirkiyeyê ya ji bo dagirkirina Efrînê hate pêşkêşkirin, hikumeta Elman ev bersiv dabû: "Ti delîl û agahî nîne ku nîşan dide Tirkiye bi rêxistinên terorîst ên mîna DAÎŞ û El Nûsra re tevdigere." Lê belê gotinên çeteyê DAÎŞ'ê Ergün Orhan bi navê lixwekirî Ebûbekir Elmanî ku welatiyê Tirk-Elman e, berevajî vê îdîaya hikumeta Elman e. Orhan ê di destê YPG'ê de ye, di mijara têkiliyên navbera Tirkiye-DAÎŞ'ê de hin agahî parve kir.

Ergün Orhan ê 28 salî, Tirkekî ji Ispartayê ye ku li Elmanyayê ji dayik bûye û mezin bûye. Hem welatiyê Elmanyayê ye, hem jî yê Tirkiyeyê. Sala 2013'an li Kölnê bi rêya meleyê Mizgefta Ebu Bekir DAÎŞ nas kiriye. Piştî ku salekê çû wê mifgetê, tevî hevsera xwe tevlî DAÎŞ'ê bû. Meleyê ku navê wî yê lêkirî Ebû Beydendi ye, yekî ji Fasê ye.

DI SER TIRKIYEYÊ RE BERÊ XWE DA NAVA DAÎŞ'Ê

Ergün Orhan destpêkê ji Elmanyayê berê xwe da Antalyayê, ji Antalyayê jî çû Dîlokê û li Dîlokê tevî kesên mîna wî hatine, bi awayekî ji rêzê tevî servîsê ji sînorê Cerablûsê derbasî nava Sûriyeyê bû. Ergün Orhan bi gotina "sînor bi temamî vekirî bû" nîşan da ku gelekî bi hêsanî ji sînor derbas bû.

Tirkê DAÎŞ'î Ergün Orhan ê welatiyê Elman Di nava DAÎŞ'ê de li herêmên cuda kar kir. Piştî ku li Cerablûsê perwerde dît, derbasî Minbicê bû. Li Minbicê di rêveberiya leşkerî de xebitî. Ew dem dema êrîşa DAÎŞ'ê ya ji bo dagirkirina Kobanê bû. Orhan li ser wê demê wiha diaxive: "Di pêvajoya Kobanê de Tirkiyeyê ji DAÎŞ'ê re sînor vekir ji bo jê derbas bibe û êrîş bike. Çek ji DAÎŞ'ê re dişand. Nuqte û malên DAÎŞ'ê li nava Tirkiyeyê, li ser sînor gelek bûn. Sînorê wan bi temamî li DAÎŞ'ê vekirî bû. Tirkiyeyê gelekî alîkarî da DAÎŞ'ê. Dema li Minbicê min di îdareya leşkerî de kar dikir, DAÎŞ'iyên birîndar û nexweş dihatin cem emîrê min. Hinek jê diçûn nexweşxaneyên li Tirkiyeyê û tedawî dibûn. Destûr ji gelekan re hate dayin. Tirkiyeyê ti astengî dernedixist. Li Stenbolê û li ser sînorê Sûriyeyê nexweşxane hebûn. Ji bo xizmetê bide DAÎŞ'ê."

PERSONELÊ DAÎŞ'Ê Û EMNIYETA TIRK

Li gorî gotinên Orhan, serkêşê koma bi navê 'Hilafet Atlilari' ya ser bi Ciheman ku di nava koma Dîlokê ya DAÎŞ'ê de cih digirt, Fudel bû. Ciheman serkêşê îdareya leşkerî ya li Minbicê bû, Fudel jî alîkarê wî bû. Tetîkkêşên êrîşên li dijî HDP'ê yên li Edene û Mersînê û komkujiyên Enqere û Pirsûsê, ji vê komê bûn. Serçete Fudel hem ji Tirkiyeyê hem jî ji îstixbarata DAÎŞ'ê re dixebitî. Ciheman jî Tirk e. Weke endamê El Qaîdeyê li Afganîstanê wezîfe kiriye. Ciheman di dema pêngava Minbicê de hate kuştin. Mustafa Şami (emîrê dawî yê Orhan ê li Babê) got, Fudel çûye Tirkiyeyê û li wir li Emniyeta Tirk de dixebite. Ji her du aliyan re dixebitî."

SEKVANÎ JÎ KIRIYE

Ergün Orhan piştî Minbicê li Babê jî di karê rêxistinikrina polîsan û gardiyanê de xebitî. Piştî wextekê ji rêxistiniya polîsan veqetiya û derbasî nava yekîneya sekvanan bû. Li wir birîndar bû. Li Cizîrê dibe berpirsyarê depoya malzemeyan a DAÎŞ'ê. Ergün Orhan dibêje, "Yên ji nava DAÎŞ'ê çûn û xwe li Tirkiyeyê girtin nehatin girtin. Min bihîst ku wan ji xwe re li Tirkiyeyê kar dîtine. Niha piraniya wan il Tirkiyeyê ne û bi rehetî digerin."

Orhan piştî Şedadê çû Dêra Zorê bû û dema ku Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir tevî hevsera xwe reviya û teslîmî YPG'ê bû. Ergün Orhan ji bo pirsa 'Tevî ku bihîstiye yên çûne Tirkiyeyê nehatine girtin, çima tu jî neçû Tirkiyeyê?' ev bersiv da: "Ez tevî malbata xwe ji nava DAÎŞ'ê reviyam. Min nexwest biçim Tirkiyeyê, ji ber ku cotwelatî me, min nedixwest biçim leşkeriyê. Tirkiyeyê gelek alîkarî dabû DAÎŞ'ê, ji ber wê yekê min nexwest biçim wê derê. DAÎŞ'ê jiyan li me herimand."