Salih Muslum: Li Efrînê şerê gerîla hate destpêkirin

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Serokê berê yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku têkoşîna li Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Gel ji bo ewlekariyê hate derxistin. YPG û YPJ êdî ew ê şerê gerîla bimeşîne.”

Serokê berê yê PYD’ê Salih Muslum têkildarî rewşa Efrînê ji ANF’ê re axivî.

JI BO RIZGARKIRINA SIVÎLAN PÊNGAVEK HATE KIRIN

Muslum diyar kir ku têkoşîn derbasî qonaxeke din bûye û got, “Îro ji bo ewlekariya wan sivîl hatin derxistin. Li Efrînê têkoşîn û şer neqediyaye. Berevajî wê têkoşîn didome. Di vir de şer û şêwaza wê guheriye.”

ŞERVANÊN YPG Û YPJ’Ê LI EFRÎNÊ NE

Muslum got ku, “Heta gel li wê derê bûya wê şertên têkoşîn û şerkirinê tunebûya. Ji ber ku dewleta Tirk li wê derê sivîlan dike hedef û qetlîam dikir. Li navenda Efrînê û derdora wê şervanên YPG û YPJ’ê hene û têkoşîn didome. Soza wan ji gel re heye, ew ê vê soza xwe bi cih bînin. Ew ê tu carî dev ji Efrînê neyê berdan.”

HEDEFA DEWLETA TIRK ÎMHAKIRINA KURDAN E

Salih Muslum bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û got, “Bi vî şerî re biryara îmhakirina Kurdan hatiye wergirtin. Ji Efrînê heta Kobanê û Qamişlo û Kerkuk û Şengalê dixwazin Kurdan bikin hedef. Berê bi rêxistinên wekî DAÎŞ û El Nusrayê xwestin bikin. Piştî ku di vî warî de bi ser neketin îcar ew bi xwe dikin. Ji ber vê jî divê Kurd li her çar parçeyan hişyar bin û van planan bibînin. Heke em nebin yek û yekîtiya xwe ya neteweyî saz nekin ew ê li her dera Kurdistanê ev êrîş werin kirin. Ji ber vê jî divê Kurd werin ba hev û têbikoşin.”

Salih Muslum qala helwesta saziyên navneteweyî kir û got, “Saziyên neteweyî û dewletên cîhanê em bi tenê hiştin. Bi vê bêdengiya xwe re zemîna êrîşê dan dewleta Tirk.”

‘LI EFRÎNÊ EW Ê YPG Û YPJ BI ŞÊWAZÊ GERÎLA ŞER BIKE’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Serokê berê yê PYD’ê Salih Muslim got ku, “58 roj in, gelê me li hemberî leşker û hêzên NATO’yê bi qehremanî li ber xwe dane. Vê berxwedana li hemberî êrîşên dagirker mezin û pîroz e. Bi îradeyeke mezin berxwedan pêk hat. Ev berxwedan îro jî didome. Li Efrînê têkoşîna şervanên YPG û YPJ’ê bi awayekî cihê didome. Ji niha û şûnde ew ê YPG û YPJ bi şêwazê gerîla şer bike. Bi taktîkên gerîla ew ê berxwedan di asteke bilindtir de were kirin. Di şerê eniyan de çek û teknîka me zêde tune. Ji ber vê jî em ê bi şêwazê gerîlayan şer bikin. Ciwan, şervan û hêzên me ji vî tiştî re amade ne.”

Muslum diyar kir ku tehliyekirina sivîlan biryareke rast e û got, “Dema ku sivîl li wê derê bûya, wê şervan karê wan dijwar bûya. Dijminê me zalim e. Sivîlan dikuje, nexweşxaneyan bombe dike. Armanca dewleta Tirk berê jî sivîl bû. Bi tehliyekirina sivîlan ew ê şer û têkoşîn bi awayekî din bidome. Ew ê derbên giran li dijmin were xistin.”

Salih Muslum herî dawîn jî banga xwedîlêderketina berxwedana Efrînê li hemû Kurdan kir û got divê têkoşîna xwe geştir bikin.