QSD: Pêngava Bagera Cizîrê hate rawestandin!

Hate ragihandin, Pêngava Bagera Cizîrê ku li rojhilatê Firatê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê tê kirin, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, ji bo demekê hatiye rawestandin.

Bi pêşengiya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), roja 9'ê Îlona 2017'an ji bo paqijkirina bejahiya Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ'ê Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kiribû. Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah li ser rawestandina pêngavê ji ANHA'yê re axivîl. Lîlwa Ebdullah diyar kir, ji ber êrîşên barbarî yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, pêngav ji bo demekê hatiye rawestandin.

Lîlwa El-Ebdullah di dewama axaftina xwe jî got: "Di xetên pêş de ên di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de niha şer hema bêje rawestiya ye. Ev ji ber êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê wiha bû. Vekişîna hêzên me ji rojhilatê Firatê û beşdarbûna wan di Berxwedana Serdemê de sedemek girîng a rawestandina Bagera Cizîrê bû. Hîn jî li herêmeke biçûk a li rohilatê Firatê çete dorpêçkirî ne. Çete car carna êrîşî nuqteyên hêzên me yên QSD'ê dikin. Hêzên me bersiva êrîşên li ser herêmên hatine rizgarkirin didin."

Lîlwa Ebdullah her wiha da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê xizmetê ji çeteyên DAÎŞ'ê re dikin û got: "Ji xwe armanca artêşa Tirk ji van êrîşan dirêjkirina temenê çeteyan a li Sûriyê ye. DAÎŞ'ê ev rewş qezenc kiriye, ji ber wê car caran êrîşî nuqteyên şervanên me dikin. Hêzên me jî bi giranî ji bo parastina sivîlan tevdigerin."

Li ser hin îdîayên ku dibêjin ku QSD'ê Heqil Umer radestî hêzên rejîmê û Rûsiya bike jî Berdevka Fermî ya QSD  Lîlwa Ebdullah wiha got: "Herêmên ku bi saya berxwedan û fedekariya şehîdên me hatiye rizgarkirin, em ê bi ti awayî dest jê bernedin û ji ti kesî re nehêlin."