Rêveberiya Efrînê: Têkoşîna li dijî dagirkeriyê ew ê bidome
Rêveberiya xweser a Kantona Efrînê diyar kir ku ji bo sivîl neyên qetilkirin wan sivîl ji bajêr derxistine. Rêveberiya destnîşan kir ku şer derbasî qonaxeke nû bûye.
Rêveberiya xweser a Kantona Efrînê diyar kir ku ji bo sivîl neyên qetilkirin wan sivîl ji bajêr derxistine. Rêveberiya destnîşan kir ku şer derbasî qonaxeke nû bûye.
Rêveberiya xweser a Kantona Efrînê li Şehbayê daxuyaniyek da û diyar kir ku berxwedana Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û ji bo pêşiya qetilkirina sivîlan bigirin wan biryar dane ku sivîlan ji bajêr derxînin. Rayedarên Rêveberên Kantonê, berdevkê YPG’ê yê Efrînê Brûsk Hesekê û Fermandara YPJ’ê Viyan Zinar û gelên ji Efrîn û Şehbayê tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber Dr. Osman Şêx Îsa hate xwendin.
BI PIŞTGIRIYA RÛSYAYÊ QIRKIRINÊ TÊ FERZKIRIN
Osman Şêx Îsa diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya Rûsyayê tê kirin û got, “Berxwedana leheng a Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ket roja xwe ya 58’an. Êrîşên li ser Efrînê bi îtîfaqa Rûsyayê û bêdengiya hêzên herêmî di 20‘ê Çileyê dest pê kir. Rûsyayê rê ji êrîşên hawayî re vekir da ku dijminahiya Tirkiyeyê bi hemû çekên xwe gelê me qir bike û careke din gel fedayî berjewendiyên xwe kir.
Ev êrîş bi bêdengiyekê ji aliyê hêzên navdewletî, koalîsyonê, Yekîtiya Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê pêk hat. Li Efrînê, qirkirin, koçberkirina bi darê zorê tê jiyîn. Bi sedan sivîl rastî her cûre êrîşan hatin.
Dewleta Tirkiyê ya DAIŞ‘î di guhertina demografiya Efrînê de çeteyan bi kar tîne, li şûna wan hêzên paşverû û malbatên wan bi cih dikin. Vê dewletê bi sedan sivîl ên ku xwestin ji ber êrîşên AKP‘ê birevin qetil kirin û li hemberî gelekî polîtîkayên qirkirinê dimeşîne.
Di nava 58 roj dawî de, gel û şervanên me berxwedaniyeke mezin li hemberî duyemîn artêşa di NATO‘yê de da meşandin. Bila tevahî cîhan nas bike ku rexmî hovîtiya vê hêzê, me wekî gel û şervan bi îradeyeke ji pola li dijî hovîtiya vê hêzên li ber xwe da. Lê ji ber ku dagirkeriya Tirkiyê sivîlan hedef digire û di nava du rojên dawî de 56 zarok û jin qetil kirin û bi rengekî plankirî binesaziya Efrînê rûxand, me biryara derxistina sivîlan ji bajêr da, da ku rê li pêşiya felaketeke mirovî bigirin.
EM VÊ DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKIN
Şerê me li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û hêzên tarî yên navê "Artêşa Azad" li xwe dikin, berdewam e. Lê ev şer ketiye qonaxeke nû û tektîkeke nû, da ku rê li ber kuştina sivîlan were girtin û derbe li çeteyan werin xistin. Hêzên me li her deverê Efrînê ne, wê derbeyan li bargehên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê bidin. Hêzên me wê her deverê bikin kabûs. Berxwedana Efrînê ta rizgarkirina her bihusta ax û vegera niştecihên Efrînê li cih û warên wan berdewam e.
Di vê demê de, ne tenê gelê Efrînê li ber xwe dide, hemû gelên Bakurê Sûriyê, Kurdistaniyên li her deverî ji bo Efrînê li ser piya bûn. Her wiha hêzên demokrasîxwaz ên cîhanê Efrîn bi tenê nehiştin. Bi navê gelê xwe, em her kesên ku xwedî li berxwedana Efrînê derketin, silav dikin. Wekî din jî em bang li her kesî dikin ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê me bidomînin.
‘500 SIVÎL Û 820 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN’
Ji destpêka êrîşan û ta niha 500 sivîl di nav de jin, zarok û kesên bi temen bi destê faşîzma Tirkiyeyê şehîd bûn û zêdeyî hezar û 30 jî birîndar bûn, her wiha 820 şervanên QSD‘ê şehîd bûn.
Em soz didin gel û şehîd û birîndarên xwe ku em xwîna wan li erdê nehêlin, xeta me têkoşîn, berxwedanî û girêdana bi şehîdan e. Armanca me serkeftin e.”