Bi hezaran sivîlên li Şerawayê bi komkujiyê re rû bi rû ne

Artêşa Tirk a dagirker ku ji bo dagirkirin û qirkirinê êrîşî Efrînê dike, dor li hezaran sivîlên li gundê Basutê yê navçeya Şêrawa girt. Agahî ji sivîlan nayê girtin.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser navend û gundên Efrînê zêde kir.

Artêşa dagirkeran tevî çeteyên xwe rêya gundê Basutê girtin ji bo gundî nikaribin ji gund derkevin û dor li hezaran sivîlan girtine. Agahî ji gundiyan nayê girtin.

Artêşa Tirk bi rengekî bê naber êrîşî sivîlên li Efrînê dike. Li ser rêya Cindirêsê duh êrîş li konvoyeke sivîlan hatibû kirin ku 300 kes lê bûn û bi sedan kes hatibûn kuştin.