Artêşa Tirk ji hewa û bejahiyê ve êrîşî navenda Efrînê dike
Êrîşên artêşa Tirk a qirker û dagirker ya li ser Efrînê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahiyê ve êrîşî bajêr dike. Efrîn a ku bi hezaran sivîl lê dijîn tê bombe kirin.
Êrîşên artêşa Tirk a qirker û dagirker ya li ser Efrînê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahiyê ve êrîşî bajêr dike. Efrîn a ku bi hezaran sivîl lê dijîn tê bombe kirin.
Li taxa Mahmûdiye ya dikeve bakurêrojava yê Efrînê şer bi dijwarî di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û artêşa Tir û çeteyê wê de didome.
Bajarê ku bi deh hezaran welatiyên sivîl lê dijîn di van kêliyan de tê bombe kirin.
Li gel bomberdûmana balafirên şer bajar bi top û hewanan jî tê topbarankirin.
Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ’ê ya li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê jî dom dike.
Di êrîşên qirker û talankirinê yên dewleta Tirk ku bi rojan e li navenda bajêr dom dike de, jin û zarok jî di nav de bi dehan welatiyên sivîl hatin qetilkirin, dehan jî birînar bûne.
BERPIRSYAREKÎ HERÎ PAYEBILIND Ê TIRK HATE KUŞTIN
Li aliyê din di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Efrînê de Serheng Mithat Dunca yê di asta herî jor de cih digire jî hate kuştin.
Dunca ê li Efrînê di nava Tevgera Taybet a Jendermeyan a artêşa Tirk a li Efrînê de xwedî payaya herî bilind bû.