Abdullah: Operasyona rizgarkirina Hecînê didome

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah got operasyona rizgarkirina Hecînê didome û şervanan bi hezaran sivîl rizgar kirine.

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah derbarê bûyer û pêşveçûna QSD’ê ya li Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ji ANHA’yê re axivî.

 ‘TEVÎ HEMÛ RÊBAZAN PÊNGAV DIDOME’

Lîlwa diyar kir ku tevî astengiyan jî pêngav dewam dike û wiha got: "Pêngava Bagera Cizîrê ku QSD`ê li rojhilatê çemê Firatê da destpêkirin û bi taybet li herêma Hecînê, bi hemû hêza xwe dewam dike. Tevî astengiyên ku rastî QSD`ê ji erebeyên bombebarkirî, çandina mayinan û çete sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin jî, lê pêngav dewam dike.”

Lîlwa destnîşan kir ku şervanên QSD`ê di 3 aliyên bajarokê Hecînê de bi pêş dikevin û di van aliyan de şerên giran di navbera QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin.

‘BI HEZARAN SIVÎL KU ZÊDETIR JIN Û ZAROK HATIN RIZGARKIRIN’

Lîlwa Abdullah destnîşan kir ku tevî kiryarên DAIŞ`ê, QSD`ê hertim korîdoran vedike da ku sivîlan ji herêmên şer û ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê, rizgar bike. Lîlwa teqez kir ku şervanan dikaribû bi hezaran sivîlan ku bêhtirî wan jin û zarok in, rizgar bike.

‘EM Ê RIZGARKIRINA HEMÛ HERÊMAN RAGIHÎNIN’

Berdevka pêngava Bagera Cizîrê da zanîn ku pêngava leşkerî wek pêngava rizgarkirina bajarokê Hecînê dem dixwaze, ji ber ku çeteyên ku di bajarok de mane, endamên herî xeternak in û wiha got: "Ji ber vê yekê rizgarkirina bajarok demê dixwaze û dê di demên pêş de rizgarkirina hemû herêmê bê ragihandin."

‘HEMÛ ÎDÎA DEREW IN’

Berdevka fermî ya pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah dezgehên çapemeniyê ku îdia kiribûn QSD kiryarên nebaş dike, derewandin û wiha got: "Hemû gotegotên li ser QSD`ê derew in û sedema sistbûna pêngavê ew e ku hêzên me li ser jiyana sivîlan ditirsin û nahêlin ziyanek bigihîje wan.”