Şêniyên Şêxlerê: Karê Osmanî wê ziyanê bide her kesî

Kurd û Erebên Şêxlerê ku li gel gefên dewleta Tirk karê xwe yê rojane didomînin, gotin "Dixwaze bi karê Osmanî rabe. Lê belê ev yek ji bo kesî ne xêr e. Wê rê li ber rijandina xwînê û barîna rondikên çavan veke."

Piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi gotina "terorîst Kurd" gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar, medyaya Tirk mîna her carê da pêş û bi karê xwe yê tevdanê radibe.

Medya Tirk ku li pişt polîtîka û gefên Erdogan ên ji bo sorkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ketiye rêzê, îdîa dike ku li bin xetê, yanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tirs û fikraneke mezin heye.

Dewleta Tirk, beriya niha bi bayê bezê Tirkma Suleyman Şah revandibû û niha jî bi bahaneya "birina cihê wê yê berê' dixwaze li gel dagirkirina Minbicê dakeve heta Qereqozaxê ku li aliyê başûr e. Gundê Şêxlerê jî di nava vê herêmê de ye. Şêniyên Şêxlerê li gel gef û fûtên dewleta Tirk, karê xwe yê rojane didomînin.

Erdogan îdîa dike ku Erebên li herêmê bi zorê hatine koçberkirin. Lê li Şêxlerê Ereb û Kurd bi hev re dimînin. Li gel hewldanên çeteyên DAÎŞ'ê jî di navbera Kurd û Ereban de li herêmê şer derneket. Niha jî Erdogan dixwaze biceribîne ji bo Kurd û Ereban li ber hev rake.

Şêniyên Şêxlerê yên ji ANF'ê re axivîn, gotin "Em bi rengekî xwişk û bira li herêmê dijîn" û diyar kirin, piştî ku YPG/YPJ'ê sala 2015'an herêm rizgar kirin, koçberî li ser kesî nehate ferzkirin, tenê DAÎŞ'iyên li herêmê reviyan û xwe li Cerablûsê girtin û ketin xizmeta dewleta Tirk.

Erebê bi navê Mistefa Nezîm got, "3 sal in em li vê derê bi rengê xwişk û biratiyê di nava aramiyê de dijîn. Erdogan dixwaze hizûra me xera bike, xwişk-biratiya me têk bibe." Mistefa Nezîm bi dewamî got, "Yên ku ji vir reviyan, çend ji sûcdaran bûn. Ew jî di nava DAÎŞ'ê de bûn û niha xizmetê ji Erdogan re dikin."

Erebê bi navê Osman Hemdo jî anî ziman, ew bi salan e bi biratî û azad dijîn û wê xaka xwe ti carî neterikînin. Welatiyê Kurd Hebeş Romo jî diyar kir, DAÎŞ li Hecînê li ber tinebûnê ye, lewma Erdogan dixwaze ji vir zextê bike û DAÎŞ'ê ji tinebûnê rizgar bike.

Remo anî ziman, Erdogan çav berdaye axa Sûriyeyê û wiha dewam kir: "Dijminatiyê li Kurdan dike. Di heman demê de dixwaze herêma ku li Sûriyeyê dagir kiriye berfireh bike. Em ê ti carî dest ji cih û warê xwe berndin."

Kurdê bi navê Mihemed Hemo jî ragihand, Erdogan dixwaze li herêmê tevlîheviyê derxîne, hewl dide berjewendiyên xwe biparêze û got, "Dixwaze bi karê Osmanî rabe. Lê belê ev yek ji bo kesî ne xêr e. Wê rê li ber rijandina xwînê û barîna rondikên çavan veke."