Li Amûdê li dijî tecrîdê 450 kes ketin grevê

Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amûdê 450 kes tevlî çalakiya greva birçîbûn ya heta destpêkirin bûn.

Li navçeya Amûdê ya Qamişlo 450 kes bi pêşengtiya Kongreya Star û PYD’ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina Leyla Guven dest bi çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de li Naenda Çand û Hunera Hûrî pankartên tecrîdê şermezar dikin û posterên Ocalan hatin hildan. Ji Rêveberên Kongreya Star Şaha Xelîl axivî û diyar kir ku heta bidawîbûkirina tecrîdê wê çalakiya xwe bidomînin. Şaha bibîr xist ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên Kurdan ku hatin qezençkirin bifetisîne.

Çalakvanên çalakiya greva birçîbûnê gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin, anîn ziman heta şikandina tecrîdê wê têbikoşin.