Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Hecînê hatin şikandin

Şervanên QSD'ê yên ku li Hecînê bi pêş ve diçin, êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên bi wesayitên bombebarkirî şikandin.

Şervanên QSD'ê ku qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê didomînin, li Hecînê, ku cihê dawî yê dagirkirî yê di dest çeteyên DAÎŞ'ê de ye bi pêş ve diçin. Li gorî jêderkên leşkerî yên herêmê li kuçeyên Hecînê di navbeyna şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar heye. Jêderan diyar kirin, çeteyên DAÎŞ'ê ji bo ku li Hecînê deverên ku ji dest wan çûne dîsa bistînin bi wesayitên bombebarkirî êrîşan dikin lê ev êrîş ji hêla şervanên QSD'ê ve hatine şikandin.
Hate gotin li Hecînê şerê dijwar didome.