Ciwanên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk re!

Ciwanên Minbicê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan.

Ciwanên Minbicê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li stada bajêr kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

‘BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE...’

Ciwan bi pankartên “Jinên Ciwan serî radikin, li dijî faşîzma Tirk li ber xwe didin” û “Bi ruhê ciwanên şoreşger serî rake, têbikoşe, dagirkeriya Tirk hilweşîne” beşdarî çalakiyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Ciwanên Minbicê Selah Cûma ve hate xwendin û wiha tê gotin; “Em ji Erdoganê faşîst û hikûmeta wê re dibêjin di êrîşa li ser xaka me ya pîroz de berdelê wê çi dibe bila bibe em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin. Ji ber ku yê li vir bimîne em in û yê tune jî bibe hûn in.”

‘NA JI DAGIRKERIYÊ RE!’

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Em ji vir heya Dêrikê seferberiyê radigihînin û bi yekdengî tevî hemû pêkhate û etnîkên xwe dibêjin ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re. Em bang li kesên Sûriyeyê dikin ku li hember dagirkirina xaka xwe bibin mertal, xak û welatê xwe biparêzin.”