Li Hecînê şer germ e

Li Hecînê ku xaka dawî ya di dest çeteyên DAÎŞ'ê de ye, di navbeyna şervanên QSD'ê û çeteyan de şerekî giran heye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 10'ê Îlonê li dijî Hecînê operasyon da destpêkirin. Bi çarçoweya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê beriya bi hefteyekê şervan ketin Hecinê.

Şervanên QSD'ê Hecîn zû dane ber xwe û di navbeyena şervanan û çeteyên DAÎŞ'ê de şerê kuçeyan dest pê kir.

Li gorî jêderên QSD'ê şer ji sibeha Înê ve girantir bûne. Çete ji bo ku pêşî li QSD'ê bigire tim êrîşên xwekuj pêk tînin.

Ji sibehê ve 2 êrîşên xwekujiyê bûn. Di du êrîşan de jî çete beriya ku bigihijin hedefa xwe hatin kuştin. Wesayiteke bombekirî zû hate dîtin û hate rûxandin.

QSD ji hêlekê ve biç eteyan re şer dike û ji hêlekê ve hewl dide ku sivîlan bibe qadên ewle. Li ser xeta Sûse, Seçle û Baxoxê nêzî 500 sivîl hatin rizgarkirin û birin cihê ewle.