YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir-NÛ BÛ

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku du şervanên wan di topbarana artêşa Tirk a 16’ê Kanûnê ya li dijî navçeya Şerawa ya Efrînê şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di topbarana artêşa Tirk ya dagirker ya 16’ê Kanûnê li dijî  navçeya Şerawa ya Efrînê de 2 şervanên wan şehîd bûne.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

“Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de di gelek cihan de çalakiyên bi bandor li dar dixin û derbên giran li hêzên dagirkeriyê dixin. Dagirkeriya ku nikare li hember çalakiyên hêzên me li ber xwe bide bi çeteyên girêdayî xwe re êrîşên bi armanca qirkirina nîştecihên herêmê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de;

16’ê Kanûnê piştî nîvro, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Şêrawa ya li ser Efrînê da ber topan. Di encama topbaranê de 2 rêhevalên me yên ku parastina nîştecihên herêmê de erkdar bûn, şehîd bûn. Her wiha yek jê zarok 2 sivîl jî birîndar bûn.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Mazlum Efrîn

Nav û Paşnav: Basil Kedro

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ebdulfetah

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / 16’ê Kanûna 2018'an

***

Nasnav: Zagros Efrîn

Nav û Paşnav: Edhem Erbo

Navê Dayikê: Şînal

Navê Bav: Heyder

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / 16’ê Kanûna 2018'an

Em serî de ji malbatên her du şehîdên me re û gelê me yê berxwedêr re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê de hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.”