QSD: Di 24 saetên dawîn de 71 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 71 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 71 çete hatine kuştin, gelek çek û cebilxane ketine destê şervanên wan.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

ENIYA BAXOZ

Di saetên sibê di navbera şervanên me û çeteyan de şerekî giran qewimî. Çeteyan bi çekên giran nuqte û baregehên hêzên me kir hedef. Şer bi saaetan dom kir. Di encamê de şervanên me derbeyên giran li çeteyan da û bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Çeteyan hewldan carekî din êrîşî nuqteyên şervanên me bikin lê di encama bersivdayîna hêzên me de hewldana çeteyan hate şikandin.

Vê êvarê hêzên me êrîşî nuqteyên çeteyan kirin. Di navbera şervanên me û çeteyan de şerekî giran qeiwmî û bi êrîşên hewayî yên Koalîsyona Navneteweyî re şervanên me pêşve çûn û 9 nuqte ava kirin.

ENIYA HECÎN

Li eniya Hecînê çeteyan êrîşî nuqteyên pêş ên hêzên me kirin, şervanên me bersiva wan dan û şerekî dijwar qewimî. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn. Piştre çeteyan ji dûr ve bi top û obûsan êrîşên navendên hêzên me kirin lê di êrîşan de windahiyên me çênebûn û zirarek negihişt hêzên me

Şerê li vê eniyê heta niha jî didome.

BÎLANÇO

-Hejmara çeteyên hatine kuştin: 71.

-Çekên ketine destê şervanên me: 6 bombeyên destan, 5 guleyên RPG, pakêtek guleyên BKC.

-Windahiyên çeteyan: 44 nuqteyên êrîşkirinê, 1 dika siûqastê û erebeyeke bombebarkirî.

-Derbeyên balafirên Koalîsyonê: 50 derbe.