YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan Erdal Kurdistan (Hemed Henîf) 12’ê Kanûnê li bajarokê Tebqa dema erka li ser erka xwe, di encama qezayekê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneya Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku 12’ê Kanûnê li Tebqayê şehîd bûbû eşkere kir..

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Rêheval Erdal li bajarê Helebê jidayîk bû. Di temenê xwe yê biçûk de bi malbata xwe re, di demeke ku şoreşa Rojava şax vedida, hate Kobanê ku yek ji herêmên herî serhildêr yê dîroka şoreşa me ye. Di demeke ku li hember êrîşên paşverû berxwedaniyek lehengane ji alî hêzên şoreşger ve dihat dayîn, ew jî tevlî nav refên azadiyê bû. Di şerê Reqa û Minbicê yên ku weke du pêngavên herî girîng yê li hember DAÎŞ’ê derbasî dîrokê bûn de, xwe di warê şervanî de pêşxist. Sekn û wêrekiya wî ya di şer de û herwiha kesayeta dilnizm yê li hember rêhevalan her tim ji alî hevalên wî ve mînak hatiye girtin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Erdal Kurdistan

Nav û Paşnav: Hemed Henîf

Navê Dayikê: Firyal

Navê Bav: Qadir

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 12’ê Kanunê 2018

Em di şexsê rêheval Erdal de hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de ji malbata şehîd Erdal re, ji hemû gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin.”