Cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Amûdê hate veşartin

Welatiyên Amûdê cenazeyê şervanê QSD’ê Tariq Ebdulezîz (Îsmaîl Amûdê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Qamişlo Amûdê cenazeyê şervanê QSD’ê Tariq Ebdulezîz (Îsmaîl Amûdê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de li eniya Hecînê şehîd bûbû, ji navenda Heyva Sro a Kurd wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YOJ’ê û Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre berdevkê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Seîd Firso û yek ji fermandarên ‘Şerê Tinekirina Terorê’ axivÎn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha gotin; “Piştî ku çeteyên Erdogan li beramberî şervanên YPG, YPJ û QSD`ê têk çûn gefên dawî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin.  bin ketin, gefên dawîn ên bavê DAIŞ`ê Erdogan pêk hatin.Piştî êrîşên Tirkyê li ser herêmên Bakurê Sûriyê çeteyên li Hecînê ji nû ve dest bi êrîşên giran li ser herêmên me kirin, lê me bersiva wan da û gelek cihên ku wan kontrol kiribû, me rizgar kirin."

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê Tariq Ebdulezîz (Îsmaîl Amûd) bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.